TTB: Qeyûm ciyaneta demokrasiyê ye!

Serokê Konseya Navenda TTB’ê Sînan Adiyaman têkildarî dagirkirina şaredariyan got; “Desteserkirina şaredariyan cînayeta demokrasiyê ye. AKP rêz ji îradeya gel re nagre.”

Odeya Tabîban a Amedê (DTO) têkildarî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya DTO hate dayîn û Serokê Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman, endamên konseya navendê, endamên DTO û Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku li cihê wî qeyûm hatibû tayînkirin beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê DTO Mehmet Şerîf Demîr li vir axivî û got ku hevşaredarên hatine hilbijartin bi awayekî bêhiqûqî ji peywirê hatin girtin û tayînkirina qeyûm li cihê wan darbeya li îradeya gel e.

EM ŞAHIDÊN DR. MIZRAKLI NE’

Serokê Konseya Navneda TTB’ê Sînan Adiyaman jî anî ziman ku ji bo ew Dr. Selçûk Mizrakli ziyaret bikin û piştevaniya xwe ji bo wî nîşan bidin li Amedê ne û ew şahid in ku Mizrakli ji bo mafê têkoşîna tenduristiya civakê û li qadên mafên mirovan û demokrasiyê têkoşîn birêve biriye. Adiyaman da zanîn ku ji wezîfe girtina hevşaredaran pêkanînek antî demokratîk e û wek mudaxeleya li dijî mafê hilbijartinê dibînin.

‘WÊ BIRÎNÊN NÛ DI DILÊ GEL DE VEKE’

Adiyaman destnîşan kir ku di demokrasiyê de divê hurmet li hember kesên bi dengên gel hatine bijartin bê nîşandan û got: “Endamê me jî di nav de hevşaredaran ji wezîfeyê dûr xistin. Ev pêkanînek antî demokratîk e û li dijî hiqûqê ye. Tayînkirina qeyûman dê dilê gel birîn bike. Tayînkirina qeyûman feraseta ‘yê we bijartiye naecibînim û hûn mecbûrî yên ez tayîn bikim qebûl bikine ye.’ Halbûkî mafê hilbijartinê û hilbijêr, hurmeta hilbijartina rêveberiyê ya ji aliyê gel ve û demokrasî jêneveger e.”

‘QEYÛM CÎNAYETA DEMOKRASIYÊ YE’

Adiyaman tayînkirina qeyûman wek “cînayeta demokrasiyê” nirxand û wiha got: “Keştiya demokrasiyê ne bi hamasetê bi rêgezên demokratîk dikare were birêvebirin. Mafê kesî nîne îpotek deyne ser vîna gel. Tayînkirina qeyûman a ser vîna gel cînayeta demokrasiyê ye. Pêdiviya welatê me ne bi çêkirina odeyên meqamtiyê û ‘serşokan’ heye, pêdivî bi demokrasiyê heye. Ji vîna gel re hurmetê nîşan bidin û em bang dikin ku hurmetê nîşanî vîna gel bidin.”

Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku tenduristiya siyaseta Tirkiyeyê bi awayek micid xesar dîtiye û kêliya hemû pergalên îdarî ji hiqûqê dûr bibe dê rê li ber rewşên travmatîk veke.