Trûmp tû li rûyê Erdogan kir, Erdogan got 'Ya rebî şukur'

Quretiya bê sînor a li ser pirsgirêka Kurd, kir ku dewleta Tirk bikeve nava rezaleteke bê sînor a li pêşberî DYE'yê. Trûmp tû li rûyê Erdogan dike, Recep efendî yê ku tû li rûyê her kesî dike, tufa Trûmp bi rûyê xwe ve dide û dibêje, "oox şukur..."

DYE wê çi bike, Trûmp îro bi vî rengî got, sibê wê çi bêje, pê nizanim. Ya ku pê zanim ev e: Nepêkane ku mirov bi daxuyaniyên tên dayin, armanc û planên veşartî yên dewletan 'fêhm' bikin. Eger pêkan bûya, hingî qala armanc û planên veşartî yên dewletan nedihate kirin. Ya veşartî, qet nebe heta demeke diyarkirî veşartî dimîne. Bi daxuyaniyên rojane, armanc û planên veşartî nayên eşkerekirin.

Piştî ku me bal kişand ser vê hişyariyê, em li gotinên Trûmp ên li medya civakî vegerin:

Trûmp di tweeta xwe de dibêje, eger Tirkiye êrîşî Kurdan bike DYE wê aboriya Tirk mehf bike û li Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke ewle ya ji 20 mîlî ava bike.

Em îdîayên spekulatîf ên li ser nêta rastî ya Emerîkayê ya jî ya Trûmp deynin aliyekî. Gelo hûn çi ji van gotinan fêhm dikin?

Min ev fêhm kir: Serokê DYE'yê ûlîtmatomeke giran da Komara Tirkiyeyê.

Di rewşeke wiha de dewleteke serwer divê çi bike?

Tiştekî neke jî, qet nebe wê weke ku tiştekî wiha dike bike. Mînak, wê bêje; "Ey Trûmp, yaw tu kî ye..." Em zanin ku li Tirkiyeya Erdogan timî wiha diaxive.

Niha çi bû?

Tiştekî gelekî komîk bû. Erdogan li hemberî hevoka destpêkê ya ûltîmatoma Trûmp tenê tiştek got: "Ez û hevalên min li ber ketin..." Bersiva ku ji yekî gotiye "Ez ê aboriya we mehf bikim" tenê ev e: Em li ber ketin...

Eşkere ye ku li ber neketine. Ji tirsa ziravê wan qetiya ye, çokên wan lerizî ye. Li şûna ku bersiva Trûmp bike ku bersiva her kesî didin, deng jî ji wan derneket.

Em bên ser hevoka duyemîn a ûlîtmatomê... Di vir de êdî asta komîkbûnê derbas bû. Derbasî asta virçîqê bûn.

Ji bo gotina bi wateya "Eger tu bi aqil nebe ez ê êrîş bikim û herêmek ewlehiyê ya ji 20 mîlî ava bikim" Erdogan got, "erênî dibînim." Ev yek di nava hevokeke welê de formule kir ku destpêk û dawiya wê hev nagire. Yên ku gotinên wî bixwîne wê bêje, Trûmp ji Tirkiyeyê re gotiye "herêma ewlekariyê ava bike." Ji xwe rojnameya Starê jî bi manşeta "Tirkiye wê herêma ewlekariyê ava bike" derket.

Em niha hevoka virçiqî û tewş a Erdogan ragihînin:

"Herêma ewlehiyê ku wê li seranserê sînorê Tirkiyeyê ji aliyê me ve bê avakirin, bînin bîra xwe; ji dema Obama ve destnîşan dikim, ji aliyê wî ve hate ragihandin ku wê bi 20 mîlî be, yanî kûrahiya zêdeyî 30 kîlometreyî. Me biryar da ku ev jî di nav de hemû mijarên di rojeva me de ne, di navbera ekîbên me de bên nirxandin."

Rastiya vê hevoka tewş wiha ye: 1. Me ji Obama re gotibû, em ê li seranserê sînorê Tirkiyeyê li nava Sûriyeyê herêmeke ewle ya ji 30 kîlometreyî ava bikin; 2. Niha Trûmp got, herêma ewle wê bi heman kûrahiyê be; 3. Me biryar da ku avakirina herêma ewle ji aliyê me ve û mijarên din ên di rojeva me de, di navbera ekîbên me de di hevdîtinan de bên nirxandin."

Yanî li ser mijara "Herêma ewle" di navbera DYE û wan de ti lihevkirin nîne.

Erdogan bi vî rengî çi kir: Gefa Trûmp a tund û giran ku ti dewlet nikare qebûl bike, ji nedîtî ve hat û mîna ku Trûmp ji Tirkiyeyê re gotiye, "Li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê herêmeke ewle ya ji 20 mîlî ava bike" dereweke cihê şermê kir.

Ev rûyê şermê yê Erdogan mirovan matmayî nahêle. Li pêşberî gefa "em ê aboriya we mehf bikin" a dewleta super a herî xurt a dinyayê, kî be wê gêjomêjo bibe, ji tirsa çokê wan bilerize.

Lê mesele di vir de ye: Ev yek li îmaja "Kasimpaşayî" ya Erdogan nayê. Erdogan ê ku li ber gotineke komedyekî dîn û har dibe, li pêşberî emperyalîzma DYE'yê got, "Em li ber ket, lê dîsa jî me gelekî erênî dîkt". Ev gotinên "dîplomatîk" ên virçiqî, gelo wê ji aliyê tosinên koalîsyona wî yên "neteweperest, nîjadperest, şovenîst" ve çawa bên pêşwazîkirin?

Em dipirsin, ji ber ku bû roja duyemîn û hîn jî dengê wan li dijî DYE'yê derneketiye.

Quretiya bê sînor a li ser pirsgirêka Kurd, kir ku dewleta Tirk bikeve nava rezaleteke bê sînor a li pêşberî DYE'yê. Trûmp tû li rûyê Erdogan dike, Recep efendî yê ku tû li rûyê her kesî dike, tufa Trûmp bi rûyê xwe ve dide û dibêje, "oox şukur, baran Nîsanê ye."

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA