Trajediya penaberan: Baroya Wanê xwest lêpirsîn were destpêkirin

Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê derbarê karesata keştiya penaberan a ku 61 koçber tê de mirin, raporek amade kir. Baroye xwest bila lêpirsîneke xurt were destpêkirin.

Komîsyona Koç û Penaberiyê ya Baroya Wanê derbarê trajediya penaberan a li Gola Wanê raporek amade kir.

Daxuyaniya çapemeniyê li Baroya Wanê hate lidarxistin û Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî tevlî daxuyaniyê bû.

Di raporê de hate diyarkirin ku “Di 4’ê Tîrmeha 2020’an de ji ber bûyera ku pêk hatî, cenazeyê 61 penaberan hatiye dîtin. 34 cenaze aîdî Efganan e, 3 cenaze jî hingî xerabûne, nasnameya wan nehatiye tespîtkirin. Lê cenazeyê din bi giştî di asta werin naskirin de ne. Li gorî daxuyaniyên pisporan ji ber ku cenaze di 107 metre binê golê de di nav ava bi soda de bûye, cenaze xera nebûne.”

Di raporê de hate diyarkirin ku bi salan e îhmalên wisa tê kirin û rê li ber facîayan tê vekirin.

Di raporê de hate xwestin kesên jiyana xwe ji dest dane divê nasnameyan were tespîtkirin û cenaze ji welat û malbatên van kesan re were şandin. Di raporê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku divê li dijî qaçaxçîtiya penaberan têkoşîn were kirin û lêpirsînên kûr were kirin, di heman demê de divê bendên lêgerîn û kontrolê yên li Wanê divê bibin bendên ku penaber serlêdana penaberiyê bikin,sûdê ji mafê navneteweyî werbigirin.

Di raporê de hate xwestin ku divê saziyên navneteweyî yên ku di qada koç û penaberiyê de dixebitin ji dûr ve li bûyeran nenihêrin û li gorî mîsyon û rayeya xwe li qadê çalak bikin, ji bo pêşîlêgirtina mirina penaberan bi rayedaran de xebatan bikin.