Torosên 'kujer' ên dewletê li Wanê digerin

Hêzên dewletê yên rûpêçandî bi wesayitên Toros ên Spî li Wanê geriyan û li naverastê êşkence li mirovan kirin.

Li du taxên Wanê di 11 û 12'ê Tîrmehê de hêzên bi maske yên ji wesayitên Toros ên Spî daketin xwarê li du kesan dan û hewl dan wan birevînin. Êrîş çû ber destê dadgeriyê.

Li taxên Xaçort û Yali yên Wanê, kesên bi maske yên ji wesayita Toros ên Spî peya bûn li welatiyên bi navê H.G. û M.A. xistin. M.A. ku bû hedefa êrîşê diyar kir, hêzên ku ji wan re gotin, 'Em ê nehêlin ku hûn li vir bijîn, ya jê hez bikin ya jî biterikînin' û ji ber nerazîbûna mirovên li derdorê yekser ketin hundirê Midûriyeta Hêzên Çevîk ên polîsan.

M.A. qala bûyerê kir: "Ji mala xwe ya li taxa Yali derketim û çûm kar. Wê demê wesayiteke bi tîpa Renault-Toros a spî li pêşiya min sekinî. Hîn min fêhm nekir ku çi bûye yekser li min dan. Kirin qareqar û gotin 'razê wilan razê'. Min bi ya wan nekir, ji ber ku dixwestin min li wesayitê siwar bikin û birevînin. Lewma ez li dijî wan derketim. Wê demê yekî ji wan got, 'ya tu yê vî welatî biterikîne ya jî em ê jiyanê li te biherimînin'. Heqaret û sixê fkirin, bi ço li min dan. Wê demê mirovên li derdorê kom bûn û min jî dengê xwe bilind kir. Hingî ew jî ketin panîkê û yekser ketin Qereqola Hêzên Çevîk ên polîsan. Li nexweşxaneyê hatim dermankirin û min serî li dadgeriyê da."

Rêbazeke din a bi heman rengî ya êşkenceyê li taxa Xaçortê rû da. Kesê bi navê H.G. dema diçû mala xwe li naverastê bû hedefa êrîşa kesên bi maske. H.G. piştî ku li nexweşxaneyê hate dermankirin giliyê kesên bi maske kir.