Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê rapora mehekê eşkere kir

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (TMMK) têkildarî binpêkirinên mafê mirovan, qetilkirina jinan û kolberan û destgîrkirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ya di nav mehekê de, raporek weşand.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (TMMK) bi eşkerekirina rapora mehane, bal kişand ser binpêkirinên mafê mirovan ya ku rejîma Îranê li ser welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê pêk tîne.

Li gorî rapora TMMK’ê di nava mehekê de li herêmên sînorî yên 3 parêzgehan kolberek yê bi navê Jiyan Elîpûr li ser sînorê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatiye qetilkirin û 3 kolber jî birîndar bûne. Her wiha 2 kolber jî ji ber ketina ji bilindahiyê ya di encama kemîna hêzên Îranê de û kolberek din jî ji ber gulebarana hêzên Îranê birîndar bûne.

Di raporê de têkildarî darvekirinan jî hatiye gotin ku bi qasî agahî gihîştine ber destê tora mafê mirovan, di nava mehekê de herî kêm 3 welatiyên Kurd li girtîgeha Kirmaşanê hatine darvekirin. Dibe ku hejmara kesên hatine darvekirin jî zêdetir bibe.

Dîsa di heman raporê de der heqê qetilkirina jinan de hatiye diyarkirin ku li bajarên Rewanser a Kirmaşanê, Sine û Hemedanê herî kêm 3 jinên Kurd bi hinceta “namûs” û “nakokiyên malbatî” hatine qetilkirin. Di vê navberê de sedemê qetilkirina jina bi navê Merziye Hasilî yê xelkê Rewanserê hê nayê zanîn.

Li gorî daneyên têkildarê birîndarbûna ji ber teqîna mayînan yên ji dema şerê Îran û Iraqê li eraziyên Rojhilatê Kurdistanê manî di raporê de hatiye gotin ku di nava mehekê de 2 welatiyên sivîl ên Kurd li parêzgeha Kirmaşanê û Ûrmiyê û leşkerek yê Sipahê Pasdaran jî di nav de bi giştî 3 kes ji ber teqîna mayînê bi giranî birîndar bûne.

Her wiha derbarê destgîrkirina welatî û çalakvanên Kurd yên li parêzgehên Sine, Urmiye û Îlamê di raporê de hatiye ragihandin ku di nava mehekê de herî kêm 18 welatî û çalakgerên Kurd li wan her 3 parêzgehan de bi tawanên siyasî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin.

Di beşa dawî ya raporê de jî qala hejmara kesên ku ceza li wan hatiye birîn hatiye kirin û li gorî vê tê gotin ku di nava mehekê de herî kêm ji bo 9 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê dadegên rejîma Îranê bi hinceta tawanên siyasî ceza girtîgehê li wan hatiye birîn. Her wiha biryara darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Şakir Bêhrûz jî hatiye dayin.