Tolhildan: Em li çiyê li ser xeta şehîd Zîlan têdikoşin

Gerîlayê HPG'ê Azad Tolhildan, Zeynep Kinaci ya bi çalakiya fedaî bû sembol bi bîr anî û got, "Çalakiya xwe bi îradeyeke mezin, bawerî û biryardariyê kir. Em jî îro li çiyayên Kurdistanê li ser xeta şehîd Zîlan têdikoşin."

Gerîlayê HPG'ê Azad Tolhildan di salvegera şehadeta wê de Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û qala bandora çalakiya fedaî ya Zîlan kir.

Gerîlayê HPG'ê Azad Tolhildan anî ziman ku sala 1996'an dewleta Tirk bi sûîqesta li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku gelê Kurd û tevgera azadiyê tasfiye bike û destnîşan kir ku Zîlan bi çalakiya xwe ev êrîşên dijmin têk bir. Azad Tolhildan bi bîr xist ku li dijî êrîşa sûîqestê ya dijmin Zîlan di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî kir û got, "Hevala Zîlan çalakiya xwe bi îradeyeke mezin, bawerî û biryardariyê kir. Çalakiyê bandoreke mezin li dijmin kir. Dijmin şoq bû û di asteke cidî de şikest. Her wiha di nava tevgear me de jî kir ku xeta têkoşîn û berxwedanê ya Rêbertî bi ser bikeve. Di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê hevrêyên me yên li çiyayên Kurdistanê têdikoşin, li ser xeta fedaî ya hevala Zîlan têdikoşin. Li qadên şer, hevrêyên me li ser xeta şehîd Zîlan li ber xwe didin. Weke şervanên HPG û YJA Starê em ê li ser şopa heval Egîd, Zîlan, Delal Amed bimeşin û têkoşîna xwe bi baweriyeke mezin xurt bikin."