Togrûl: Kurd ji vê polîtîkaya zordar gelekî aciz in

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir, êrişên li dijî partiya wan di nava hilbijêrên wan de bûye sedema hêrsê û got, "Li her derê nerazîbûna li dijî êrişên li ser HDP'ê heye."

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin. Li gel destgîrkirin û girtina endam û rêveberên partiyê, hefteya derbasbûyî wekîltiya parlamenter Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari hate betalkirin. Her du parlamenter di nava çend saetan de hatibûn destgîrkirin û girtin. Guven piştî 5 rojan hate berdan. Hilbijêrên HDP'ê ji van kiryaran aciz e.

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku Kurd ji vê polîtîkaya zordar gelekî aciz in.

GELÊ ME BI HÊRS E

Togrûl bi bîr xist, zexta li ser partiya wan beriya hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 2015'an dest pê kir û heta niha her zêde dibe. Togrûl anî ziman, ku li gorî çavdêriyên xwe yên li qadê, Kurd gelekî ji van zextan aciz in û got, "Haya gelê me jê heye ku desthilatdariya AKP-MHP'ê her ku tengav dibe êrişên xwe zêde dike. Giranbûna vê polîtîkayê bi nêzîkbûna dema têkçûna AKP'ê ve girê didin. Gelê me ji ber vê yekê gelekî bi hêrs e, gelekî aciz e. Ji ber ku êriş li dijî îrade û rûmeta gelê me hate kirin.

Lewma gel li dijî vê yekê li ber xwe dide. Li her derê li dijî van êrişan îtiraz heye. Her wiha dibînin ku dewlet tenê bi rêya hêzên ewlekariyê, bi rêya zordariyê xwe li ser piyan dihêle û vê nêrîna xwe jî bi me re parve dikin. Rewş ji xwe bi vî rengî ye. Ji ber ku bi bikaranîna hêzên ewlekariyê û dadgeriyê êrişî me dikin. Bi vî rengî hewl didin dîzaynê li ser me û beşên din ên mûxalîf ên civakê çêbikin."

ZEXT LI HER BEŞA CIVAKÊ TÊ KIRIN

Togrûl diyar kir ku  HDP partiya gelên Tirkiyeyê ye û got, "Zext beriya her kesî li Kurdan tê kirin, lê di heman demê de li her kesên ku li ber AKP'ê radibin tê kirin. Lewma ne tenê Kurd, hemû beşên civakê yên ku dibin hedefa zext û zordariyê, têdigihêjin ku desthilatdarî hewl dide çi bike. Her wiha di lêkolînên nava civakê de jî ev yek tê dîtin.

Ji ber vê yekê her beşên civakê, bawermendên cuda, çandên cuda temsîliyeta xwe di nava HDP'ê de dibînin. Ev yek jî hêza partiya me, bernameya me ya siyasî xurt dike."