TMMOB’ê serdana Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de ne kir

Endamên TMMOB’ê serdana piştevaniyê ji bo malbata Şenyaşar a li dijî qetlîama AKP’iyan di berxwedanê de ye kirin.

Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 151'emîn de didome. Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar û kurê Celal Şenyaşar ê di êrîşê de hatibû qetilkirin Emîr Şenyaşar ê 13 salî di saetên serê sibê de hatin li pêş avahiya edliyeyê û bi dowizên “Ji bo herkesê edalet” û “Dayikek 150 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digire. Du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku parlementer di nava komkujiyê de heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya nobetê kirin. Serdanên piştevaniyê yên malbata Şenyaşar jî didomin. Endamên Lijneyên Kordînasyonên Bajêr ên Amed û Rihayê yên Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin. 

Di serdanê de Sekreterê Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê Dogan Hatûn diyar kir ku bi malbatê re di nava piştevaniyê de ne û wiha got: “Serdozger ne ji girtina aliyê kujeran û bêdeng mayînê ji pêkanîna edaletê berpirsyar e, em wî vedixwînin peywîrê. Ez bang li Wêzîrê Karên Navxweyî jî dikim; li vê derê malbatek 150 rojan zêdetire di nobeta edaletê de ye. Mixabin vîneke ku edaletê pêk bîne û deng bide malbatê nemaye. Em ji vir bang li gelê Kurd û raya giştî ya Kurdistanê jî dikin; divê malbat tenê neyê hiştin. Heke em îro malbatê tenê bihêlin wê ji bê edaletiyê hêzê bigirin û komkujî wê zêde bibin. Komkujiyeke weke vê, hefteya borî li Konyayê pêk hat. 7 Kurd bi awayekî nijadperestî hatin qetilkirin. Bêcazebûnek li wir hebû. Êdî desthilat nikare vî welatî bi rê ve bibe û edaletê pêk bîne. Em herkesê vedixwînin vir bi piştevaniya malbata Şenyaşar re.”

Ferît Şenyaşar ê nobeta edaletê didomîne jî wiha got: “151 roj in bi dayika xwe ya 65 salî û jor ve li pêş edliyeyê ne. Edliye bûye weke mala me ya duyemîn. Em di bin zilmê de têdikoşin, tenê çalakiya rûniştinê nakin. Em gelek caran hatin binçavkirin, li me dan lê me dest ji têkoşîna xwe ya mafdar berneda. Em bi piştevaniyê li ser piya ne û bi bîryar in. 3 mirov hatine qetilkirin û sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Bûyereke wisa li Konyayê jî pêk hat, sembolîk be jî çend kes li wir hatin destgîrkirin. Lê ligel bi ser komkujiya li nexweşxaneyê de pêk hat 3 sal jî derbas bûn kesek jî nehatiye girtin. Komkujî bi organîzekirî bû û ser wê jî keke parlementer Celal Yildiz disekinî. Em edaletê dixwazin.”

Dayika Emîne Şenyaşar jî bi girîn û lorînan tiştên jiyane ji şandeyê re vegotin. Dayika Şenyaşar ku demeke dirêj lorand kurê wê Ferît Şenyaşar û şandeyê wê aram kirin. Şenyaşar, bertek nîşanî polîsên ku ew kêlî bi qemereyê kişandin da û wiha got: “Şûna ku hûn me bişopînin herin kujeran bişopînin.”

Şandeya ku demekê beşdarî çalakiya nobetê ya malbatê bû piştre ji wir veqetiya. Di vê navberê de polîsan xwest kesên di şandeyê de cih girtine di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas bike. Şandeyê jî bi lêv kir ku li cem malbatê nasnameyan nîşanî polîsan nadin, bertek nîşanî pêkanîna polîsan dan û derbasî kafeyeke nêzîkî edliyeyê bûn. Polîsan li kafeye şande di GBT’ê re derbas kir.