TJA: Hê dereng neketî daxwaza girtiyan bi cih bînin

TJA'ê derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin daxuyaniyek da û ji raya giştî hat xwestin guh bidin daxwazên girtiyan.

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rêzana Amedê daxuyaniyek da. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Semra Guzel, endamên Rêxistinên navend û navçeyên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya 78’an beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Berîtan Onen ve hat xwendin.
 
Onen diyar kir ku binpêkirina mafên li girtîgehan xwe gihandiye asta îskenceyê û got: “Girtiyan dixin hucreyan, aliyê dayîna xwarin û hîjyenê de pirsgirêkên cidî hene. Cezayên dîsîplînê bi awayekî keyfî tê dayîn û tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin. Her wekî bi rengekî tazî girtiyan seh dikin û gelek maf li girtîgehan tên binpêkirin. Tecrîd hem li hundir hem jî li derve xwe girantir dike û her ku diçe pêşiya binpêkirina mafên din vedike. Di van şert û mercên giran de girtî li girtîgehan ji bo daxwazên xwe li ber xwe didin û têdikoşin. Daxwaza wan ne li dijî hiqûqê ye. Em bang li hemû rayedar û berpirsan dikin ku bila daxwazên girtiyan bêne cih ku hêj derneg nebibe."
 
Onen di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Hemû bertekên civakî ji aliyê desthîlatdarê tên terorîzê kirin. Bi vî awayî li ser civakê polîtîkayek takekesî tê sepandin. Me duh got, îro jî dibêjin. Hemû bêdengiyên li ser mafên binpêkirinan xwe di nav sîstemê de mezintir dike û tunebûna civakê hedef digire. Digel vê yekê em bang li hemû dengê muxalif û rêxistinên demokratîk dikin ku li hemberê wan binpêkirina mafan em piştgiriyê bidin girtîgehan."