Tişta ku lê digeriya di nav PKK’ê de dît

Hevalên wî qala Emre Atabay (Îbrahîm Sari) kir ê ku di Operasyona Şoreşger a Elkê de şehîd bûbû. Hevalên wî gotin “Tişta ku ew lê digerîya, wî nav PKK’ê de dît. Ew evîndarî Rêbertî, welat û gelê xwe bû.”

Gerîllayê HPG’ê Emre Atabay (Îbrahîm Sari) di sala 1991’an de li Ebexa Wanê ji dayik bû.  Di sala 2009’an de dema ku dewleta Tirk a faşîst operasyonên siyasî dida meşandin, wî jî berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Îbrahîm Sari di 6 salên gerîlayê de bû şahidê gelek bûyeran. Sari di 24’ê Îlona 2015’an de tevlî Operasyona Şoreşger a Elkê bû ya ku 24 saetan domiya. Artêşa Tirk a dagirker di vê operasyonê de derbên gelekî giran xwar. Artêşa Tirk a dagirker di vî şerî de ÎHA, SÎHA û balefirên şer bi kar anî. Di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de 3 rojan şer çêbû. Îbrahîm Sari tevî 8 rêhevalên xwe bi qehremanî şer kir û tevlî nav refên nemiran bû.

Hevalên wî wisa Îbrahîm Sari kirin: “Tişta ku wî lê digeriya, wî di nav PKK’ê de dît. Ketibû rêya heqîqetê ya ku ew lê digeriya. Îbrahîm di nav gerîlatiyê de her roj û saetan xwe bi pêş ve dibir. Li Çiyayên Kato dema ku hevalên xwe ji qadekê dibir qadeke din, wî welatê xwe ji nû ve keşf dikir.  Li  her şiverê, zozan, gelî û deştên Katoyê evîndarî Botan û welatê xwe dibû.”

‘JIYANEKE XWERIST Û TIJÎ..’

Peyva ku herî zêde dikare Îbrahîm bide naskirin ev e, evîn. Ew evîndarî welat û gelê xwe bû. Ew evîndarî rêheval, têkoşîn û Rêbertiya xwe bû. Jiyana wî bi evîneke tijî diboriya. Bi karakterê xwe yê saf, paqij û xwerist di nav gerîlayan de zû bi pêş ket. Îbrahîm Sari felsefeya jiyana Apoyî nas dike, enerjî û coşa xwe bi şoreşê re dike yek û êdî wekî lehiyan her tiştî dide ber xwe. Hemû hevalên ku wî nas dikin êdî naxwazin jê veqetin.

Îbrahîm dengbêjî jî dikir. Piştî ku tevlî nav refên gerîla bû, hînî lêdana saz jî bû. Bi klam û stranan hevalên xwe mest dikir. Rastiya şênber a Îbrahîm ev bû ku huner bi şoreşê re dibe yek. Rêyeke din a îfadekirina moral û coşa wî jî lêdana saz û strîn e.”

‘ÇALAKÎ HEBE, ÎBRAHÎM JÎ HEYE’

Îbrahîm Sari demeke dirêj li qada Botanê gerîlatî kir û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dide. Piştî perwerdehiya li akademiyê tevî komek hevalên xwe berê xwe dide Botanê ya ku cara pêşîn wî li wê derê gerîlatî kiribû. Dema ku tevlî têkoşîna li dijî dijmin nebûya, ev tişt ji bo dihat nejiyînê. Îbrahîm tê wateya çalakî û têkoşînê.

Li Botana ku ew evîndarê wê bû hê jî şopa potînên leşkerên mêtinger hebû, ji ber vê wî nedixwest biçe cihekî din. Berê xwe zozanên Kato û çiyayên Botanê. Tekane armanca wî li çiya û deştên gelê xwe li hemberî dijmin şer bike. Heke li cihekî çalakî hebûya, divê Îbrahîm tevlê bibûya.”

Îbrahîm Sari û 8 hevalên wî yên HPG’yî yên bi wî re piştî têkoşîneke qehremanî şehîd bûbûn. Gel jî bi girseyî tevlî merasîma cenazeyê wan bûbû.