‘Tişta ji destê wan hate kirin lê Kurdan çong nedanî’

Ji bo kesên li Sûrê jiyana xwe ji dest dayîn mewlûd hate dayîn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk wiha got: “Li dijî hemû zilmê gelê Kurd çong danaynin’

Ji bo kesên ku di “qedexeyea derketina derve” ya 2’ê Kanûna 2015’an li navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranî û mewlûd hate xwendin. Mewlûd li Salona Kaplan City ya li semta Gazîler a Amedê pêk hat. Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Parlamentera Şirnexê ya HDP’yî Leyla Bîrlîk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyên Amedê, Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî bîranîn û mewlûdê bûn. Mewlûd bi kurdî hat xwendin û ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Sînevziyona ji bo bîranîna kesên li Sûrê jiyana xwe ji dest dane hat pêşandan.

‘EM Ê VAN ROJÊN ZOR Û DIJWAR DERBAS BIKIN’

Hevseroka MEYA-DER’ê ya bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (BHQ) hat girtin Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku nahêlin kesên jiyana xwe ji dest dane di gorên xwe de jî rehet rakevin û got: “Em ê van rojên zor û dijwar derbas bikin.”

‘BI SAYA OCALAN KURDAN ÇONG NE DANÎ’

Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û destnîşan kir ku gelê kurd ku bi dehan salin bedelên giran dide êdî ne kurdên berê ne û got: “Ji şewitandina gundan bigire heta hilweşandina bajarên dîrokî, polîtakaya dewletê ya ku xwest kurd serê xwe bitewînin bi ser neket Kurd li ser piya ne û têkoşîna xwe didin meşandin. Elbet ev jî encama raman û bîrdoziya birêz Abdullah Ocalan e. Felsefeya wî nirxê bi hev re jiyankirina gelan e.”

‘SAKÎNE Û SÊVÊ YAN HATIN BIBÎRANÎN’

Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Makbule Ozbey jî jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê ji bo gelan de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Mafê me yê herî bingehîn ew e ku em ê zarokên me yên mafê me parastine ji bîr nekin.”

Piştî dayîna xwarinê mewlûd bi dawî bû.