Tiryakî: Çi kesê ku mohra wan li ser qeyûm heye, sûcdar e

Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî got çi kesê ku mohra wan li ser dagirkirina şaredariyan heye sûcê destûrî kirine.

Rêxistina Bajêr a Êlihê ya HPDê li Êlihê, li otêlekê dema taştê bi nûçegihanan re rûnişt. Di kombûnê de parlamenterê HDP'yê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî.

Tiryakî bal kişande ser dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên HDP'ê û got, mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê hatiye desteserkirin, biryar derî hiqûqê ye, xala 127'an a Destûra Tirk bi bîr xist û got,''Heke derbarê şaredarên ku hatine hilbijartin, têkilî peywirê lêpirsînek hebe ji peywirê têne girtin. Biryar zelal e. Derbarê Osman Karabûlût û hemû hevalên me yên ku hatine hilbijartin derbarê peywira wan ti lêpirsînek li ser wan nehatiye vekirin. Çi kesê ku mohra wan li ser vê biryarê heye sûcê destûrî kirine.''

Parlamenter Ayşe Acara Başaran jî got bi dagirkeriya qeyûm êrîş hatiye ser pergala hevseroktiyê û got, ''Em pê dizanin ku desthilat naxwaze ku jin li ser rêveberiyê ne.