Tirkiye di Tirkkirina bazara Qeyserî ya Kerkûkê de berdewame

Parêzer û çavdêrê siyasî Hejar Kakeyî got: “Çavên Tirkan li ser çend şiwênewarên dîrokî yên bajarê Kerkûkê ne û dixwaze şekil û şiwênewarên dîrokî bi Tirkkirinê biguherîne bi Tirkî.”

Bazara Qeyserî ya Kerkûkê berî niha salek û sê mehan di bûyerekî bi guman de şewitî bû, piştî şewitîna wê ya bi gûman şirketekî Tirkî (Şirketa TIKA) ji bo nûjenkirinê amadekariyên xwe kir û dest bi nûjenkirina wê kirin. Di dema nûjenkirina wê de ew şirketa ser bi Tirkiyê bi hemû awayan hewla guherîna dîroka wê da, ji bo kû wê cihê dîrokî ya Kerkûkê bikine ya Tirkî.

Di heman demê de li ser tebeleya bazarê jî zimanê Kurdî rakirin û zimanê Tirkî li ser danîn. Vê yekê welatiyên Kurd ên li bajêr dilgiran kirin. Piştî nerazîbûnên zêde zimanê Kurdî li ser tebeleya bazarê hate nivîsandin lê ew jî di rêza sêyem ya ziman de bi cehkirin her wiha ku Kurd piraniya bajêr jî pêk tîne.

Parêzer û çavdêrê siyasî Hejar Kakeyî têkildarî şewitandina bazara Qeyserî ya bajêr ji ANF’ê re axivî û got, “Şewitandina bazara Qeyserî aliyekî siyasî li pişt hebû, piştî şewitandina bazarê ji bo wê ku bazar bê radestkirina Tirkiyê. Çavên Tirkiyê li ser çend şiwênewarên dîrokî yên bajarê Kerkûkê ku dixwaze şeklê wan cihên dîrokî bi Tirkkirinê biguherîne. Piştî şewitandina Qeyserî şirketekî Tirkî (TIKA) derket û da diyarkirin ku ewê Qeyseriyê nûjen bikin, di dema nûjenkirina bazarê de şekil, logo, diruşim û alaya Tirkiyê li ser Qeyseriyê zêde kirine ev yek jî ji bo ku bi awayekî nîşan bidin ku ew bazar malê Osmaniyane.”

Her wiha Kakeyî bal kişand li ser vê jî ew guherînên ku li ser bazar, bajarê Kerkûkê û cihên dîrokî hatî kirin, ne yasayî ye lê mixabin Iraq serweriya xwe ji dest daye bi taybetî bajarê Kerkûkê dibin desthilata pir aliyan deye. Niha jî bajar ketiye bin Tirk kirin û Ereb kirinê de.

Çalakgera sivîl û rojnamevan Ojîn Cola derbarê şirketa ku binavê nûjenkirina bazarê hatî ji ANF’ê re axivî û got: “Mixabin divêya bû rêveberên Kurd û berpirsên Kurd li vî bajarî wê bazara Qeyseriyê nûjen bikiriba, ku ev bazar beşeke ji dîroka vê bajarî ye ku Kurd jî xwe weke beşek ji vî bajarî dizane ji ber wê pêwîst bû ku rêveberên Kurd pêşengtiya nûjenkirinê bikira.”

Her wiha Cola bal kişand li ser vê niha şirketek Tikî hatiye ku bi awayê dixwaze guherîn di şekil û nivîsînên li ser tebeleya ketina hindir ya bazarê dike, hemû caran Kurd dibêjin; ez xwediyê vî bajarî û dîrokê me bazara Qeyserî jî beşek ji dîroka vî bajariye pêwîst bû ku li ser destê rêveberiya Kurd xwedî li vê bazara dîrokî bihata derketin. Her wiha vê jî da diyakirin ku ew guherînên ku li ser bajêr û Qeyseriyê hatîn kirin ji ber sedemê valehiyên siyasî û ewlehiyê ku ew şirketa Tirkî ji bo karê nûjenkariyê hatine ku divê çavdêriyên me zêdetirbin.”

Nivîskar û pisporê dîrokê Ebdulstar Cebarî jî got: “Cihuyên bajarê Kerkûkê ku piraniya wan Kurd bûn, ji beriya niha 250 salan dema ku Cihu rastî zilm, zordarî û destdirêjiya Osmaniyan dibin li ser Qelaya Kerkûkê têne xwar li Qelaya Kurkûkê taxekî taybet ku taxa ‘Birax û Pîradî’ çêdike. Dema ku Cihuyan taxa xwe çêkirîn her taxekê kolanek ya xwe hebû, ew jî du deriyên wê hebûn li her du deriyan jî parêzvanê wan hebûn da ku Osmanî nekarin destdirêjî li wan bikin. Piştî çêkirina taxên xwe Cihuyan dest bi çêkirina bazara Qeyseriya Kerkûkê kirin ku wê jî li nêzîkî taxên xwe çêkirin. Ew bazar bazarekî modern û ya serdemê bû, piraniya wan dikanên zêrîngir bûn ku Kurd û Cihu li van dikanan kar dikirin ji ber ku Kurd û Cihu dewlemend bûn û karê bazirganiyê dikir ku Cihuyan zêdetir karê zêrîngiriyê dikirin.”