Tirkiye dagirkeriya xwe mayinde dike, PDK alîkariyê pê re dike!

Hêzên artêşa Tirk ên ku ketine xaka Başûrê Kurdistanê hewl didin ku dagirkeriya xwe mayinde bikin. Nûçegihanên ku dixwazin têkevin qadê ji hêla PDK’ê ve têne astengkirin.

Hêzên artêşa Tirk beriya bi çend rojan ji Şemzînan û Rûbarokê sînor bezandin, bi helîkoptêran leşker danîn û ketin xaka Başûrê Kurdistanê.

Hate ragihandin ku hêzên artêşê bi mebesta dagirkirinê ketine xaka Başûr, li Geliyê Hecî Beg, derdora gundê Bermizê û dora Çiyayê Siro haziriya mayindekirina dagirkeriyê dike.

GUNDIYAN VEGOTIN

Gundiyekî Bermizê li ser tevgera hêzên artêşa Tirk agahî dayî û nexwestî navê xwe bide got:

"Ev 3 roj in hêzê dişînin derdora gundê me, Kanî Reş û Çiyayê Siro. Heta niha bi qasî ku min dîtî 6 tang û gelek çekên giran hatine bicihkirin. Ji bo tang û çekên giran bi cih bikin darên li Çiyayê Siro birîn. Ji bo ku tangan li girên li derdora gundê me bi cih bikin jî dozer û grayder anîne. Ev mekîne tim dixebitin. Piştî ku li girên li derdora gundên me bi cih kirin li girê çiyayê Siro jî datînin. Niha ji bo ku li girê çiyayê Siro deynin haziriyan dikin."

'GEL BI HÊRS E'

Gundî got gel li dijî vê dagirkeriya artêşa Tirk pir bihêrs e û got asayîşa PDK’ê ya li gund, li nêzî derdora gund û ji Deşta Heyatê diçe heta bi ava Hecî Beg deng dernaxîne, çavê xwe ji vê re digire û li dijî vê rewşê pir bihêrs in.

PEYMANEKE VEŞARÎ?

Nûçegihanên ku xwestin tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirr bişopîne û bike nûçe û biçe gundê Bermizê, Deşta Heyatê û Hecî Beg ji hêla asayişa PDK’ê ve hate astengkirin. Ji duh ve destûr nayê dayin ku nûçegihanên xwecih û nûçegihanên Galî Kurdistan TV biçin qade, vê helwesta asayişa PDK’ê jî fikrekî wiha çêkir, gelo di navbeyna PDK’ê û Tİrkiyê de peymaneke veşarî heye.