Tiriyê Erdîşê bû çavkaniya debarê ya şêniyên herêmê

Tiriyê Erdîşê ku mêwên wê beriya 3 hezar salî li navçeya Erdîş a Wanê ji aliyê Şaristaniya Ûrartû ve hatin çandin, hîn jî li navçeyê çavkaniya debarê ya gel e.

Tiriyê Erdîşê ku li navenda navçeya Erdîşê û gundên wê şîn dibin, beriya sê hezar salan mêwên wê ji aliyê Qralê Ûrartû Menûa ve hatibûn çandin. Tiriyê Erdîşê îsal jî li ser dezgehên firotinê ne. Tiriyê ku li ber tinebûnê bû, piştî ku mêwên wê ji aliyê Şaredariya Erdîşê ya HDP'î ve ji nû ve hatin çandin ji nû ve bû yek ji çavkaniyên debarê yên şêniyên herêmê.

Ji ber xemsarî û polîtîkayên dewletê tiriyê Erdîşê li ber tinebûnê bû. Dema dawî tenê li taxa Salîhiye ya Erdîşê dihate çandin, lê niha hema bêjin li her tax û gundan heye. Li Erdîşê ku weke bajarê çandiniyê tê naskirin, tiriyê vê herêmê bûye çavkaniya debarê. Di serî de li Erdîşê li hemû bajar û navçeyên derdorê tê kirîn û firotin.

MÎNA DERMÊN E

Tiriyê Erdîşê mîna dermên e û tenê li Erdîşê heye. Tê gotin ku tiriyê Erdîşê ji nexweşiya şekir heta nexweşiya kanserê li dijî gelek nexweşiyan ji bo mirovan baş e. Li gorî nivîsên beriya 3 hezar salî hatine nivîsandin û li herêma Karataşlar a Erdîşê ne, tiriyê Erdîşê beriya 3 hezar salî ji aliyê Ûrartûyan ve hatiye çandin. Di van nivîsên kevnar de Qralê Ûrartû li kesên ku tirî talan dikin nifiran dike. Wiha tê nivîsandin: "Menûa ji bo Xweda Hadlî ev tirî çandiye. Kî zerarê bide vî tirî bila Xweda Haldî, Xweda Teşûûba, Xweda Şevînî û hemû xweda wî/wê di tîna rojê de bişewitîne."