Tîmên gerîla yên bi liv û tevger li Werxelê

Qada Werxelê yek ji eniyên girîng ên xeta berxwedanê ya gerîla ye, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk hatiye danîn. Têkoşîna bi rengê tîman a gerîla jî beşeke girîng a vê eniyê ye.

Li qada Werxelê ya Avaşînê ku artêşa Tirk a dagirker ji 7'ê Hezîranê ve êrişên giran lê dike, tîmên gerîla yên bi liv û tevger ku bi pîvanên jinûve avabûnê yên gerîlayên nûjen tevdigerin, hem hêza xwe diparêzin, hem jî bi çalakiyên xwe dibin piştevan ji berxwedêrên li tunelên şer re.

Tîmên çuşt ên gerîla yên li Werxelê ji destpêka meha Hezîranê ve bi dehan çalakî li dar xistin. Tîmên bi lev û tevger ên gerîla rojê 24 saetan li gel êrişên bi obus, hawan, êrişên hewayî û bombardûmana bi helîkopteran, bêyî ku windahiyê bidin bênavber şer dikin.

'EM JI BERXWEDANA LI TUNELAN HÊZÊ WERDIGIRIN'

Gerîlayên HPG û YJA Starê beriya ku biçin çalakiyeke li qadê ji kameraya gerîla re diaxivin û hem biryardariya xwe nîşan didin hem jî serketinê ji hevrêyên xwe re dixwazin.

Gerîlaya YJA Starê Adîfe Kanîreş ku ji destpêka êrişên dagirkeriyê û vir ve cihê xwe di nava tîmên çust ên gerîla de digire beriya biçe çalakiyê wiha diaxive: "Ev demeke em liv û tevgera leşkeran a li qadê dişopînin. Dijmin dema dawî giranî daye ser êrişên li dijî tunelên şer. Em hevalên xwe yên li tunelên şer li ber xwe didin silav dikin. Li gel êrişên dijmin ên bi her awayî ev hevalên me li ber xwe didin. Em hêzeke mezin ji berxwedana li tunelên şer ên li Werxelê û Tepê Sor werdigirin. Berxwedana wan dibe sedem ku di nava şert û mercên qazdê de em li ser piyan bimînin. Ji bo hevrêyên me yên li tunelan li ber xwe didin zor û zehmetiyan nekişînin em çalakiyan dikin û dixwazin ji hevalên xwe re bibin alîkar. Em çiqasî çalakiyan bikin jî ev yek li pêşberî berxwedana hevalên me kêm dimîne û em ê çalakiyên hîn xurtir bikin."

'BI RUHÊ BERXWEDÊRAN BER BI ÇALAKIYÊ VE'

Gerîlayê HPG'ê Cesûr Axîn beriya biçe qada çalakiyê ji kameraya gerîla re diaxive û dibêje, "Ji bo hilanîna tola hevalên xwe em diçin çalakiyê. Em bi biryar in ku tola fermandar heval Serhad Giravî hilînin. Weke şervanên hevalê Serhad em diçin wê qadê û bi ruhê hevalên li vê derê li ber xwe didin em dixwazin çalakiyê bikin."