Tilezer ji bermahiyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin

Li Tilezerê bi merasîmekê YBŞ'ê ragihand ku Tilezer û gundên wê ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê hatiye paqijkirin û bang li Şengaliyan kir ku vegerin şûnwarên xwe.

Li navçeya Tilezêrê bi merasîmekê Fermandiriya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ'ê) ragihand ku Tilezêr û gundewarên wê ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin û bang li Şengaliyan kir ku vegerin.

Li navçeya Tilezêr ji berî mehekê  ji aliyê şervanên YBŞ'ê ve, tîmên paqijkirina mayînan ên artêşa Iraqê ve pêngava paqijkirina berhamiyên çeteyên DAÎŞ'ê hatibû destpêkirin.

Li navçeya Tilezêr a Şengalê îro merasîmek ji bo paqijkirina bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê hate lidarxistin. Waliyê Mûsilê Mensûr Elmerî, rayedarên hikûmeta Iraqê, fermandarên YBŞ'ê, berpirsên payebilind ên Artêşa Iraqê û berpirsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê beşdarî merasîmê bûn.

Pişre Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Tîrêj Şengalî axivî û paqijkirina Tilezêrê ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê ragihand. Herwiha spasiya hêzên parastinê jî kir  ku kedek mezin di rizgarkirina Şengalê û paqijkirina wê de dabû. Herwiha pêngava paqijkirina bermahiyan li gelê Şengalê pîroz kir.

Waliyê Mûsilê Mensûr Elmerî jî di merasime de axivî û got;"Gerek em li xwîna wan kesan ku ji bo paqijkirina vê heremê ji fikrê reş ê DAÎŞ’ê canê xwe dane û şehîd ketina xwedî derkevin. Tişta ku li Şengalê rûdayî di dîroka mirovahiyê de xalek reş e. Ji bo wê jî gerek timî çavê me li ser  Şengalê be, heta ku em vegera gel  piştrast  nekin, em hemû ji berpirsyar in. Divê pêngava paqijkirinê de 3 şehîd hatin dayîn. Divê em xwedî li xwîna van şehîdan derkevin. Divê em baweriyê bidin gel ku ti gef li ser wan nîne, da ku vegerin li ser malên xwe. "      

Waliyê Mûsilê Mensûr Elmerî eşkere kir ku ew ê bi hemû aliyan re danûstandinê bikin ku careke din herêm bê ava kirin. Herî dawî sersaxî ji tevahiya malbatên şehîdan re xwest.