Şerîf Sakli ji bi dirûşima 'Şehîd Namirin' hat birêkirin

Şerîf Sakli ji bi dirûşima 'Şehîd Namirin' hat birêkirin

Cenazeyê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Mehmet Şerîf Sakli ku 2 roj berê li Bûrsayê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, li Amedê bi dirûşimên “Şehît namirin” spartin axê. Sakli di nameya xwe de got "Ez hêvî dikim ku ciwan û jina kurd dê bi vê çalakiya min ruhê serhildan û raperînê ya li hemberî tecrîde bilintir bike."

Cenazeyê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Mehmet Şarîf Sakli yê 25 salî ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê bi dirûşima "Şehît namirin" spartin axê.

Mehmet Şerîf Sakliyê ji navçeya Farqîna Amedê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike 2 ro j berê li grava Mudanyaya Bursayê bedena xwe da ber agir û duh jiyana xwe ji dest da. Sakliyê ku piraniya bedena wî şewitîbû li nexweşxaneya zanîngeha Uludagê beşa şewatê dihat tedawîkirin. Sakli ku malbat û xizmên wî li benda bersiveke erênî bûn li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da. Malbatê û û xizmên Sakli duh cenazeyê Sakli, ji Morga Nexweşxaneya Bûrsayê wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Sakli, li Tesîsên Altindagê ve Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê Aysel Tugluk, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Aktivistên Dayikên Aştiyê jî di navde gelek kesên din ve bi girseyî hate pêşwazîkirin. Komê di pêşwazîkirina cenaze de dirûşmeyên “Şehit namırın”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Malbatê li ser darbesta Sakli, wêneyên Sakli vekir û pankarta “Xwezî dayika te xelatek bi qîmettir dabûya te" nivîsand. Girsê pişt re cenazeyê Sakli bi konvoyek mezin birin Goristana Yenîkoyê. Dema karwan cenaze derbas bû polîsan li gelek kuçe û kolanan tedbîrên mezin girtin û amade bûn.

CENAZE BI GIRSEYÎ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê Sakli, li Goristana Yenîkoyê ji aliyê sedan kesan ve di bin tedbîrên zêde yên polîsan de hate definkirin. Girsê di merasima cenaze de li ser gora Sakli bê navber dirûşmeyên “Ey şehît riya te riya me”, “Şehît namirin” berz kirin. Di merasima cenaze de bi dehan alên PKK û KCK'ê hatin hildan. Girseyê dîsa wêneyê Sakli bilind kirin. Girsê piştî merasimên olî bi cih anî cenaze birin. Goristana Yenîkoyê. “Şehît namirin” Dayika Sakli, li ser gorê zimêr qeriyan û got: "Kurê min pir ji rojnamegeriyê hez dikir û pir dixwez bibe rojnameger. Her tim digot ez dê bibim rojnameger. Girsê ku li ser goristanê alên PKK, KCK û wêneyên Sakli vekir posterê Ocalan ji rakirin. Girsê piştî bi dirûşmeya "Şehît Namirin" ceneze spartin axê û li ser gorê dua xwendin.

Xwişka Mehmet Şerîf Sakli Kader Sakli li ser gorê axivî û wiha got: "Bila serê gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan sax be" Sakli nameya birayê xwe xwend û wiha got: "Ez ji tevgera azadiyê û PKK’ê lêborînê dixwazim. Min pir xwest tevli PKK'ê bibim. Lê bi ser neketim. Min xwest polîtikayên tecrîdê şermezar bikim. Ji bo ku ez pir li hemberî vê polîtîkayê aciz bûm min ev çalakî pêk anî. Ez hêvî dikim ku ciwan û jina kurd dê bi vê çalakiya min ruhê serhildan û raperînê ya li hemberî tecrîde bilintir bike. Ji bler ku ez nebûme layikî vê tevgerê, ez ji PKK û Gelê kurd Lêborînê dixwazim. Bêdengî û temaşekirina tecrîdê bêhurmetiya herî mezin e. Ez dixwazim bibim qerîna gelê kurd a bi rûmet. Ez tika dikim ku min li Paytextê kurdistanê defin bikin. Wekî heval Zîlan gotibû ‘XWezî min tiştekî ji canê xwe bi qîmettir diyarî Serko Apo kiribûya"