Tevî Hevşaredarê Bêgirî 7 kes hatin girtin

Li navçeya Bêgirî ya Wanê, tevî Hevşaredar Dr. Mehmet Alî Tûnç 7 kes hatin girtin.

Li navçeya Bêgirî ya Wanê 17 kesên di 13'ê Çileya 2017'an de di serdegirtina avahiya şaredariyê û malan de hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.

Darizandina ku duh danê nîvro dest pê kir, heta saet 02:00 ê şevê dewam kir. Di encamê de 10 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Bahattîn Karagule, Dogan Başak, Halîl Îbrahîm Guler, xebatkarên şaredariyê Yemlîhan Akkûş û Ercan Dîlmaç, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Mehmet Kaplan û Hevşaredarê Bêgiriyê Mehmet Alî Tûnç hatin girtin.