Tevî her tiştî Berxwedan -4

Bi ambargoyê re zextên li ser xwendekar û karkeran, dîsa metirsiyên ewlekariyê û bi vê ve girêdayî şerê taybet ê li ser ciwanan, karker û welatiyên wargehê zêdetir bûn.

Di vê beşê de em ê cih bidin zextên li ser ciwanan, xwendekaran, aloziyên aborî, derxistina karkeran a ji kar û dîsa mijara ewlekarî, şerê taybet û derûniya penaberiyê.

Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê weke civak, civakek zindî û ciwan e. Rêjeyek pir zêde ciwan e û dîsa xwendekar û karker in. Nêzî 3 hezar û 500 xwendekarên wê yên aktîv dixwînin hene û rêjeyek zêde ciwan in. Dema wisa bû, pêwîstî û xebatên ku ji bo wê bê kirin hê zêdetir dixwaze. 

PERWERDE BI SÎSTEMATÎK TÊ KIRIN

Li Mexmûrê 5 dibistanên dayikê, 4 seretayî 2 navîn û 1 jî amadeyî heye. Li van dibistanan bi qasî 3 hezar û 500 xwendekar di bin şertên penaberiyê de dixwînin. Bi taybet di vê qonaxa dawî ya êrîşên DAÎŞ’ê û şûnde hema bêje hemû pêwîstî ji aliyê saziya perwerde û malbatan ve tên pêşwazîkirin. Ji cil û bergan bigire heta pênûs, lênûs û amûrên pêwîst ên dibistanê. Ev jî bi serê xwe zehmetiyê bi saziya perwerdehiyê û malbatan re çêdike. Dîsa avahiyên dibistanê pir xirabe bûne û heta hinek jî ne ji ber nebûna derfet ba wê nehatiba bikaranîn. Lê tevî vê jî xwendekarên Mexmûrê bi mamostayan ve ji xwendinê nabin.

DIXWESTIN BIÇÛK BIXIN

Li gel vê piştî xwendekar dibistana amadeyî diqedînin, bi ezmûneke ya Perwerdehiya Giştî ya Herêma Kurdistanê derbasî zanîngehê dibe. Her sal rêjeyek xwendekar ên ezmûnên wan serketî derbas dibe, derbasî Zanîngehê Başûrê Kurdistanê dibin. Hema bêje li her beşekê xwendekarên Mexmûrê hene û heta niha zêdetirî sedan xwendekarî zanîngeh qedandine.

Lê mixabin di dema xwendinê de tim cihêkariyek çi di warê girtina beş de be, çi di warê bicihkirinê de be û dîsa mafê xwendekariyê weke xwendekarekî başûr be, ji bo xwendekarên Mexmûrê nehatin kirin. Ji bo wê tim dixwestin biçûk bixin, kontrol bikin û heta bikar bînin.

FERZKIRINÊN SÎXÛRIYÊ

Bi taybet bi ambargoyê re ev yek hê zêdetir bû. Hem bandora wê li xwendina wargehê kir û bi taybet jî li xwendekarên ku biçin Zanîngehê bixwînin kir. Ambargo di demek wisa de bû ku xwnedekarên nû yên diviya bû biçin zanîngehê pêwîstbû xwe tomar bikin û li beşên xwe bi cih bibin, ev yek kir ku xwendekar direng biçin, dîsa rê nehate dayîn û ji mafê xwe yê xwedinê bêpar man. 

Li ser zextên zêde û dîsa bi şertê îmze bidin û li gorî şertên jêr rêz bikin, xwendekar dikarin bixwînin:

1- Divê bi ti mercî tevlî çalakî û meşên rêxistinên ne fermî nebin. Mînaka vê jî Tevgera Azadî hatibû nîşandan.
2- Kengê asayîşê bang li we kir divê serdana asayîşê bikî.
3- Divê rêz ji hemû dezgeh û qanûnên hikûmetê re bigirî.
4- Dema ku xalên li jor bên binpêkirin, ji hemû saziyan re divê rêz bigirî.

Her wiha hinek mijarên din hene ku ew taybet li gel hinekan hatiye axaftin, lê nayê zanîn bê ka çi hatine gotin. Gelek xwendekar ji tirsa nikarin vê parve bikin. Her wiha gefên ku ‘em ê we ji dibistanê bi qewitînin’ li xwendekaran hatine kirin. 

Her wiha navê hemû xwendekaran li bendên kontrolê li gel nasname û hejmara telefonên wan hene. Dîsa dosyayên xwendekaran li benda kontrolê ya ketina Hewlêr hene. Di van dosyayan de nasname, karname û peywendiyên kesî yên xwendekar hene. 

Her wiha ji bo ketina yurdan jî bi îmze digirin. Dîsa xwendekarê ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku rêveberên Asayîşa Giştî ya Hewlêrê û dîsa yên yurdên xwendekaran hejmara telefonê xwe dabûn hinek xwendekaran ku kengê hewce bûn li wan bigerin. Heman xwendekarî anî ziman ku dibe li Asayîşa Giştî ya Hewlêrê sîxûrî li ser hinek xwendekaran dabin ferzkirin. 

Herî dawî wî xwendekarî destnîşan kir ku her xwendekarên ku xalên li jor îmze neke û şopa tiliyê nede nikare bixwîne û bikeve yurdan.

Di rewşa heyî de zêdetirî 100 xwendekar diçin zanîngehên Başûrê Kurdistanê dixwînin. Bi vê yekê gelek ji van xwendekaran ji ber zextên heyî nikarin biçin bixwînin û ji mafê xwe yê xwendinê bêpar man. 

Aliyê din mijara aborî-karkeran jî bi serê xwe mijarekî esas û girîng e ku di vê qonaxê de bandorekî mezin ber ket. Bi taybetî ji ber welatiyên Mexmûrê welatiyên kedkar in û dîsa debara xwe bi karkeriyê dikin, rojane li deverên cihê li kargehên Başûrê Kurdistanê kar dikin.

BI GEFAN KARKER JI KAR DERXISTIN

Heta mirov dikare bêje berî ambargoyê jî derxistina karkerên Mexmûrê hatibû kirin, lê ne di astekî ewqas de. Bi taybet bi ambargoyê re hema bêje rojane hêzên PDK’ê avêtin ser kargehan ku hûn karkerên Mexmûrî dernexin ‘em ê karê we bidin sekinandin’ gef li xwediyê kar dikirin. Heta gelek karker ji cihê kar bi xwe derxistin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran karkerên Mexmûrî yên rojane debara xwe bi karê înşihatê dikirin ji kar hatin derxistin. 

DI WARÊ DEBAR Û JIYANÊ DE ASTENGIYÊN MEZIN DERKETIN

Rojane li bendên kontrolê karkerên çi jin û çi mêr li cihên cuda kar dikirin hatin zivirandin û heta gelek ji wan hatin girtin û piştre hatin berdan. Dîsa di vê pêvajoyê de bi hincetên cuda gelek kes hatin girtin û êşkencekirin. Ji ber vê yekê ku ambargo dirêj kir, di warê aborî de pirsgirêkên mezin derketin. Bi taybet di warê jiyanê de astengî peyda bûn.

KARKERÊN LI KAR DIGERIYAN HATIN GIRTIN, BI KEFALETA PERE HATIN BERDAN

Dîsa welatiyên Mexmûrê yên hem xwedî kar û yên ji bo xwe cihên kar hebûn hatin derxistin. Karê wan ji destê wan hatin girtin. Li ser vê yekê welatiyên penaber ên Mexmûrê xwestin ku biçin karek ji bo xwe peyda bikin, ketin ser rêyên bitirs ên Mûsil û dîsa Şengalê. Lê gelek welatî di rê de ji aliyê hêzên Iraqî û Heşdî Şebî ve hatin girtin û bi ser de jî ji bo berdanê wan a bikefalet daxwaza pere hatin kirin. Ji bo berdanê jî pere hate razandin û wisa ew penaber hatin berdan.

GEL DEST BI KARÊ SEWALKARIYÊ KIRIN, LÊ METIRSIYA DAÎŞ’Ê HEYE LI HERÊMÊ

Li ser vê yekê welatiyên Mexmûrê ku piranî yên ji herêma Botanê ne, ji bo debara rojane bikin, li devera ku şaredariyê ji bo çandinî û sewalkariyê veqetandibû dest bi karê çandinî û sewlakariyê kirin. Lê ji ber herêmekî teng û dîsa metirsiya çeteyên DAÎŞ’ê welatî nikarin pezên xwe bibin hinek derveyî wargehê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku 2’yê Nîsanê çeteyan êrîşî şivanan kiribû 3 kes birîndar bûbûn û gerîlayeke yê HPG’ê ku ji bo mudaxeleyê çûbûn jî şehîd bûbû. Ev jî dihêle ku welatî nekaribin sewalkarî jî bikin.

‘KARKER JI KARÊN WAN DERXISTIN’

Li ser navê Saziya Karkeran a Mexmûrê Kerem Evdirehman bal kişand li ser pêvajoya ambargo û dorpêça li ser wargehê û bandora wê ya li ser karkeran û got: “Li wargehê nêzîkî 1600-1700 karker hene, ji wana sedî 80 ajokarî dikin piraniya xwe di karên înşahat, paqijiya xanî û nexweşxaneyan de dixebitin. Ji roja destpêkê ya ambargoyê ve karkerên wargehê yên ajokar ji sedî 80 hatin sekinandin. Ji sedî 20’ê din jî li înşihatan û li ser paqijiya nexweşxanê mane, ew jî kengê agahîya asayîşê pê çêbibûya ji wir dida derxistin, yanî bi kurtî ji sedî 95’ê wê karker hemû ji kar hatine derxistin. 

‘DI WARÊ ABORÎ DE REWŞA MALBATAN PIR XIRAB IN’

Evdirehman anî ziman ku dahatekî xelkê Mexmûr tine û hemû li ser karkeriyê ye û got: “Jixwe dahatek ya wargehê nîne, tenê karker rojane kar dikin û pereyê rojane werdigre. Ji ber wê jî rêjeya ku di wargehê de bikare hinekî baş jiyan bike ji sedî pênce, ji sedê 35’ê din jî rewşa jiyana wan ne zêde başe û bi rojane dikare debara xwe bike. Ji sedî 60’ê wargehê jî rewşa wan pir xirabe ku niha nikarin şîrîniyên cejnê jî bikirin. Ji ber ku karker rojane kardikin û dahatek ya wan nîne, ev ambargo bandorekî pir giran li ser wargehê dike. Ev jî dibe sedem ku di her malekê de rewşên derûnî rû bide. Di wargehê de ji sedê 60-70’ê wê bi vê rewşê re rû bi rû maye. 

Herî dawî Kerem Evdirehman bang li hemû kesên xwedî wijadan kir ku ji bo bidawîkirina ambargoya li ser Mexmûrê bikevin tevgerê.

METIRSIYA ÊRÎŞÊN DAÎŞÊ TIM HEYE

Li gel aliyê jiyanî jî eger aliyên ewlekarî, şerê taybet û derûnî ya bandora ambargoya li ser Mexmûrê neyê destgiritn wê kêm bimîne. Li gorî rastiya ambargoya ku ew 10 mehin li ser şêniyên Mexmûrê tê ferzkirin ewlekariya şêniyên wargehê hê bêhtir ketiye metirsiyê. Ji ber ku:

Şaneyên weşartî yê DAÎŞ’ê yên li herêma hawîrdora wargehê hene û her tim di nava hewldana êrîş birina ser wargehê de ne. Weke tê zanîn çendîn car êrîşê wargehê kirine. Herî dawî 2’yê Nîsanê êrîşî şivanan kiribû 3 kes birîndar bûbûn û 2 çeteyên DAÎŞ’ê jî hatibûn kuştin.

Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser şêniyên Mexmûrê. Dewleta Tirk a dagirker di bin navê ku gerîlayên HPG li wargeha penaberan de hene bi balafirên şer û yên keşfê yên bê mirov û bi çek şêniyên wargehê kiriye armanc. Di van êrîşan de bi dehan welatiyên sivîl bûne qûrbanî û birîndar bûne.

ROJANE BALAFIRÊN ŞER Û KEŞFÊ LI ESMANÊN MEXMÛRÊ DIGERIN

Di heman demê de hema bêje hemû rojê tevgera balafirên şer, yên keşfê û helîkopteran ku nayên zanîn girêdayî kîjan dewletê ne li ser asîmanên wargehê kêm nebûye. Bi giştî hem ji aliyê hewayî û hem jî bejayî her tim metirsiya êrîşê li ser şêniyan kêm nebûye. Berevajî fikarên şêniyan hê bêhtir kiriye. Tevî ku wargeha Mexmûrê bi awayekî fermî ji aliyê Netewên Yekbûyî wek penaberên siyasî hatî pejirandin û hikumeta navendî ya Iraqê jî wargeh bi heman şêwazî qebûl kiriye, lê li hemberî ferzkirina ambargoyê û êrîşên bi taybetî yên dewleta Tirk a dagirker ti helwestekî ber bi çav nîşan nedane. Wate jiyana şêniyên wargehekî wiha li ber çavê her kesî kirine mijara bazarê, lewma ewlekariya şêniyan bi xeteriyên mezin re rû bi rû hatiye hiştin.

DIXWAZIN KAMPEKÎ NE SIVÎL LEŞKERÎ BIDIN NÎŞANDAN

Di cihekî ku êrîş li ser hebin bê guman şer tenê li ser lingekî ango tenê tinekirina fîzîkî pêk nayê. Lingên wê yê şerê taybet û derûnî jî pê re tê ferzkirin. Dema armanca êrîşan jî wargeha berxwedêr ya Mexmûrê be êdî ew rastiye nayê înkarkirin. Bi rêya leşkerî ango êrîşên hewayî û qetilkirina şêniyên sivîl tê xwestin ku her tim tirsekî di dilê şêniyan de ava bibe û bi wê rengî dev ji doza xwe berde û teslîm bibe. Tevî ku bi awayekî fermî hatî pejirandin ku wargehekî siyasî û sivîl e, her wiha berdewam ji aliyê nûnerên Netewên Yekbûyî û hêzên hikumeta Iraqê tê kontrolkirin û piştrast dikin ku ew wargehekî ya sivîl e û hêzên leşkerî tê de nîne jî lê bi rêya dezgehên xwe yên ragihandinê ve her tim hewl didin ku dîmenekî berevajî rastiya heyî nîşan bide û êrîşên xwe rewa bike. Dîsan tevî ku ti bingehekî xwe ya rastiyê nîne jî lê dixwazin nêrînekî wiha di nav mejiyê şêniyên wargehê de pêş bixin ango sedemê wê ambargoyê û wan êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk, Tevgera Azadiyê ye.