Tevgera Jinên Êzidî Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Tevgera Jinên Êzidî bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got: “Em ê mil bi milê Asayîşa Êzidîxanê, hêzên YBŞ, YJŞ’ê û bi ruhê berxwedanê ligel gerîlayên azadiyê têkoşîna xwe xurt bikin.“

Tevgera Jinên Êzidî bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir. Tevgera Jinên Êzidî anî ziman ku weke jinên Êzidî û civaka Êzidî carek din dibin êrîşên dagirkirinê de Cejna Çarşema Serê Nîsanê pêşwazî dikin û got: “Çawan ku me li hemberî fermana 74’emîn çand û baweriya xwe parast, em ê li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê jî zarok, ciwan û şervanên xwe biparêzin.“

‘EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKIRINA AXA KURDISTANÊ‘

Tevgera Jinên Êzidî diyar kir ku ew ê tu carê rê artêşa Iraqê û çeteyên faşîst yên AKP-MHP’ê derbasî axa pîroz a Şengalê bibin û wiha pê de çû: “Em ê weke jinên Êzidî tu carê rê nedin dagirkirina axa Kurdistanê. Li hemberî hemû êrîşan em ê bi berxwedanê bersiva pêwîst bibin. Divê dagirker ji bîr nekin, tu êrîş û zext nikare me ji azadiya me û rêya heq paş de vegerîne. Weke tê zanîn di heftiya duyemîn a meha Nîsanê de civaka Êzidî bi pêşwazîkirina Cejna Çarşema Serê Nîsanê dest bi amadekiriyên pîrozbahiyê dikin. Cejna Çarşema Serê Nîsanê, Cejna Melekê Tewûz e. Bi nûra xwe vê rojê gerdonî afirandiye û xweza hatiye meyin din. Lewma ev roj ji bo mirovahiyê û civaka me rojeke pîroz e. Di rastiya jiyanê de jî ev li ber çavan e ku çawan xweza xwe nû dike û bi keskesoran tê xemilandin. Di nava civaka me de jî tê wateya sala nû. Lê belê dijminê civaka me û gelê me vê rojê ji bo me rewa nabîne. Li ser xwîna me xwe didin jiyîn. Bi rast hatina rojên pîroz, dixwazin vîna civaka me teslîm bigrin û hêviyên jiyana azad tune bike.“

XIYANETA PDK‘Ê

Tevgera Jinên Êzidî bal kişan li ser xiyaneta PDK’ê jî wiha got: “PDK’ê êdî rûyê xwe yê qirêj û xiyanet nîşanî tevahiya Kurdan da. Hewce nake ku em tiştekê divî alî de bibêjin. Gelê Başûr ji vê xiyaneta mala Barzanî şerm dike. Ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî serweta Kurdistanê dibin li welatên biyanî. PDK gel birçî dihêl û nirxên gel kirine dibin lingan de. Ji niha vir de tişa PDK ji bo Kurdan bike tuneye. Em ê mil bi milê Asayîşa Êzidîxanê, hêzên YBŞ, YJŞ’ê û bi ruhê berxwedanê ligel gerîlayên azadiyê têkoşîna xwe xurt bikin.“

BANGA TEVLÎBÛNA PÎROZBAHIYA CEJNÊ

Tevgera Jinên Êzidî diyar kir ku şervanên azadiyê li her aliyê Kurdistanê parastina me dike û got: “Li her qadê û li her deverê em ê rabin li ser piyan. Têkoşîna me û Tevgera Azadiyê ji hev qut nabe. Her wiha pîrozkirina rojên me yên dîrokî, bawerî û çanda Êzidxanê jî di nav de wê bi awayek herî bi coş were pîrozkirin. Li her cihê ku civaka me lê dijî, divê bi berxwedanê hebûna xwe biparêze. Di şexsê pêşengên mîna Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel, tevahiya lehengan û fedaiyên Tewûsê Melek em ê bi hevgirtî li hemberî van êrîşan rawestin. Em bang li hemû kesê dikin ku bi girseyî tevlî pîrozbahiyên cejnê bibin. Em ê di rojên pêş de bi çalakiyên cuda dengê xwe bilind bikin û êrîşên dagirkirinê têk bibin.“

‘WÊ SEKNA GELÊ KURD HEMÛ ÊRÎŞAN PÛÇ BIKE’

Di dawiya peyamê de Tevgera Jinên Êzidî, wiha got: “Di şerê Rûsya û Ukranyayê de tevahiya cîhanê rabû li ser piyan. Rejîma AKP-MHP’ê bi rola xwe ya NATO û rêbazên xwe yên fêlbaziyê xwest dîgdatoriya xwe bide jibîr kirin. Niha jî bi hevkariya mala Barzanî dibin aloziya şerê Rûsya û Ukraniyayê de dixwaze bi êrîşên dagirkirinê yên li hemberî Rojava, Şengal û Çiyayên Azad encamê bigre. Sekna gelê me wê planên dijminên Kurd û Kurdisatnê pûç bike. Berxwedana me ya îro, têkoşîna me ya di van kêliyan de, bi pêsengiya Jin û Ciwanên Ezidî, wê siberoja me bide diyarkirin. Rûmeta me axa me, bawerî û civaka me ye.  Li ser hîmê parastina van nirxan, azadîya me bi berxwedana me ve girêdayî ye. Bi vê bîr û baweriyê em Cejna Tewûsê Melek, Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Civaka Êzidî, tevahî gelê Kurd, aşitîxwaz û bawermendên li ser axa Kurdistanê dijîn pîroz dikin.”