BI DÎMEN

Tecrîd û dagirkerî li Parîsê hat protestokirin

Kurdistaniyên li herêma Evry ê Parîsê tecrîda Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê protesto kirin.

Kurdistaniyên li herêma Evry a bajarê Parîs ê Fransayê dijîn, bi pêşengiya  TCŞ û TekoJIN’ê meşek li dar xist. Di meşê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Kurdistaniyan dirûşmeyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” berz kirin.

Meş li pêşiya şaredariya Corbeil-Essonnes destpê kir û heta stasyona trenê dewam kir. Di daxuyaniya ku li stasyona trenê hat dayîn de PDK ku ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj xaka Kurdistanê pêşkeşî dewleta Tirk dike, hate protestokirin.