Tevgera balafirên keşfê ya li esmanê Mexmûrê zêde bûye

Tevgerekî zêde ya balafiên keşfê ya li esmanê herêma Mexmûrê heye.

Li esmanê Herêma Mexmûrê di demên dawî de liv û tevgera balafirên keşfê zêdetir bûye.

Ji saetên serê sibê ve tevgerekî zêde ya balafirên keşfê heye, lê nayê zanîn ev balafir girêdayî Iraq, Koalîsyon Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê yan jî yên dewleta Tirk a dagirker in.

Balkêşe ku balafirên keşfê yên digerin zêdetirê xwe li ser Wargeha Mexmûrê difirin.

Her wiha di 15’ê Nîsanê de balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker (SÎHA) li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombe li bêrîvanan barandibûn û 3 jin şehîd kiribûn.