Tevgera Azadî serketina QSD'ê pîroz kir

Tevgera Azadî serketina QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê pîroz kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dawî li hebûna leşkerî ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê anîn.

Tevgera Azadî bi peyamekê serketina QSD'ê pîroz kir. Di peyamê de hate gotin, "Bi têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê re derket holê ku li Sûriyeyê û herêmê modeleke demokratîk û yekîtiya gelan hatiye biserxistin. Divê Rojhilata Navîn ji vê mînakê sûdê werbigire. Kurd çawa ku li Rojava bûn modeleke mezin ji dinyayê re, bi serketina QSD'ê re destketiyên siyasî jî wê bê afirandin. Di destûra bingehîn a Sûriyeyê de divê hemû pêkhateyên etnîkî, bi taybetî jî Kurd bên dîtin. Divê Kurd bi roleke mezin tevbigerin."