Tevgera Azadî rexneyên hişk li Serokê Hikûmetê kir

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) peyama Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî bi dijwarî şermezar kir û ragihand peyama Serokê Hikûmeta Herêmê bûye sedema bêhêvîbûnê.

Şeva borî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî girêdayî rewşa Herêma Kurdistanê û pirsgirêka di navbera Bexda û Hewlêrê de peyamek da. Di peyama xwe de bal kişand li ser rewşa xerab a hikûmetê û diyar kir ku 27 milyar dolar deyndar in û weke berpirs jî hikûmeta berê destnîşan kir. Ev jî bû sedema nerazîbûna xelkê û beşek ji aliyên siyasî. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye:

”Em û welatî li bendê bûn ku serokê hikûmetê mizgîniya çareserkirina van pirsgirêk û aloziyan bide xelkê û qala awayê çareserkirina rewşê bikiriba. Li gorî me wiha bû ku peyama azadiyê ji bo girtiyên siyasî ku ji ber sedemê raya cuda di girtîgehê dene bidaya xizmên wan, lê mixabin peyama birêz tenê dilxweşker nebû, belku zêdetir bêhêvî çêkir. Ji derveyî hikûmetê ji sedema çêkirina van pirsgirêk û krîza li Herêma Kurdistanê bêpar kir. Sedama krîza li Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê û daketina nirxê neftê û ji aliyê Bexdayê ve neşandina para bûdceya Herêma Kurdistanê nîşan da. Ji berî van rewşên ku qal dike rewşa welatiyan ji niha nebaştir bû.”

Di berdewama daxuyaniya Tevgera Azadî de wiha tê destnîşan kirin;”Weke Tevgera Azadî daxwazê ji hemû aliyên siyasî yên mûxalefet dikin ku zext xistina li ser hikumetê berdewam bikin. Aliyên beşdarî hikûmetê bûne jî vê bêhelwestiya hikûmetê qebûl nekin. Piştrast in ku xelk bi vê peyama Serokê Hikûmetê dilxweş nebû û wê nerazîbûn berfirehtir bibin. “