Tevgera Azadî: Pêwîste xebatên aştî û demokrasiyê li Kerkûkê zêdetir bikîn

Bi boneya Cejna Qurbanê Encûmena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî çû serdana gorên şehîdan û soza dilsoziyê ya bi şehîdan re da.

Îro êvarê di roja Erefe de weke kevneşopiyeke civakî û ayînî xelk diçin serdana gorên xizmên xwe û cejnê li wan pîroz dikin. Encûmena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî bi tevkariya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) û Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi armanca pîrozkirina cejnê çûn serdana gorên şehîdan.

Encûmena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), RJAK û Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê di serdana goristana şehîdan de hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bibîr anîn û ji giştî xelkê Başûr û bi taybetî hemû çîn û beşên civakî û azadîxwazan xwest ku ji bo parastina xaka Kurdistanê bêdeng nebin û li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst helwest nîşan bidin.

Her wiha Hevserokê Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê Komel Sermed li wir axaftinek kir û got, “Di serî de em bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên serbilind ên Kurdistanê ku bi xwîna xwe karîn Kurdistanê biparzêin ditewînin; bi boneya hatina Cejna Qurbanê em wê cejnê li hemû misilmanên her çar beşên Kurdistanê bi taybetî jî li welatiyên ji hemû pêkhateyên Kerkûkê pîroz dikin. Em Tevgera Azadî me serdana gorên şehîdan kir da ku em li vir soza xwe dubare bikin ku emê li ser rêya wan têkoşîna xwe ya heta bi destxistina civak û Kurdistaneke azad bidomînin.”

Di dewamê de Sermed bal kişande ser rewşa bajarê Kerkûkê û ragihand; “Niha hemû dezgehên ewlehî, aborî û yên din ên bajarê Kerkûkê di nava krîzeke mezin de ne; em jî wek Encûmena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî me çend proje pêşkêşî îdareya bajêr kir da ku bikarîn civak û welatiyên Kerkûkê ji vê krîzê rizgar bikin. Lê hewceyî bi xebateke zêde ya bi partiyên Kurdistanî û rêxistinên bajêr re heye da ku bikaribin welatiyên Kerkûkê bînin asta aramiyê.”

Di dawiyê de Hevserok Komel Sermed ev tişt got, “Em wek Tevgera Azadî me peyameke aştî û bihevre jiyanê li bajarê Kerkûkê bilind kiriye, baweriya me ‘di jiyanê de aşitî  û bihevre jiyan û di rêvebirinê de jî demokrasî’ ye, lê li hemberî vê dirûşmeya me hin partî li Kerkûkê hene ku axaftinên netewperestî û nîjadperestiyê derdixin pêş. Di vê baweriyê de ne ku bersiva gotinên nîjadperestî bi heman gotinan nayê dayîn, pêwîste em xebatên aştî û demokrasiyê li Kerkûkê zêdetir bikîn û wî xebatî bi hewldan û alîkariya welatiyên bajêr ber bi pêş ve bibîn.”