Tevgera Azadî li Iraqê bi fermî hate naskirin!

Tevgera Azadî ragihand ku wê êdî li Iraqê û Herêma Kurdistanê weke partiyeke fermî bixebite.

Rêveberê Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî da xuyakirin ku wan serlêdana fermî li Saziya Rêxistin û Partiyên Siyasî yên Iraqê kirine û roja 4'ê Kanûna 2017'an ew bi rengekî fermî hatine qebûlkirin.

Kerkûkî got, "Li gorî qanûna partiyên siyasî ya 2015'an a Iraqê, destûr ji partiya me re hate dayin. Ji niha û pê ve em ê karibin li Iraqê û Herêma Kurdistanê ofîsê vekin û karên xwe yên siyasî bimeşînin."

Kerkûkî anî ziman, ew ê karibin weke partî tevlî hilbijartinên li Iraqê û Herêma Kurdistanê bibin û destnîşan kir ku ji aliyê fermî ve ti pirsgirêk nemane.

Hisên Kerkûkî got, wê sibe saet di 14:00 de li Salona Ekwa Park a li Silêmanî civîneke çapemeniyê li dar bixin û daxuyaniyeke berfireh li ser mijarê bidin.

Tevgera Azadî ku sala 2014'an ava bû, ji aliyê PDK'ê ve bi rêk û pêk hate astengkirin û heta niha gelek endamên wê hatin binçavkirin.