Tevgera Azadî li herêma Biradostê civakê bi rêxistin dike

Tevgera Azadî, ku li zomên li herêma Biradostê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê dixebite, bi pêşengiya rûspî û porspiyan, civakê bi rêxistin dike.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), ku piştî amadekariya du salan di 17'ê Cotmeha 2014'an de li Silêmaniyê bi beşdariya 150 delegeyan kongreya xwe ya damezrandinê lidar xist û roja 29'ê Cotmehê damezrandina xwe ragihand, bi rengekî bê navber xebatên xwe yên rêxistinî didomîne.

Tevgera Azadî, ku di kongreya xwe ya duyemîn a Sibata 2017'an de bi hevserokatiya Şîlan Şakir û Mihemed Abdullah têkoşîna xwe dewam kir, ne tenê li bajaran, her wiha li gund û herêmên bejahî jî karekî xurt ê rêxistinî dimeşîne.

Tevger, serdana gelê ku li zomên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dijî dike û bi pê re civînan lidar dixe. Girîngiya xwerêveberiyê nîqaş dike û balê dikişînin ser girîngiya rêz û hurmeta ji bo rûspî û porsiyan.

Li herêma Biradostê jî karekî bi heman rengî tê kirin. Tevî xebatên giştî yên gel, karê xweser ê jinan jî tê meşandin. Rayedarên tevgerê li nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel guhdarî dikin. Piştî ku rûspî û porspî hatin diyarkirin, karekî berfireh dest pê dike.

Ji rûspiyên Biradotê Kemalê Sor diyar kir, bicihanîna vî nirxê kevneşop, rêbazeke demokratîk a xwerêvebirinê û çareserkirina bi hev re ya pirsgirêkan e.

Li Başûrê Kurdistanê, ku bi giranî jin li derveyî jiyana siyasî tê hiştin, ev karê xweser ê jinan girîng tê dîtin. Xebatkarên Tevgera Azadî, bi civînên xweser, serdan û sohbetan dixwazin hem hişmendiya zanebûnê ya jinê xurtir bikin, hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, rêxistinbûna porspiyan bi pêş ve bibin.

Ji xebatkarên Tevgera Azadî Sozdar Biradost destnîşan kir, ew pê bawerin ku ev xebata li zoman tê kirin, wê kevneşopiya herî kevn a Kurdistanê derxîne holê. Biradost got, jin jî wê di nava jiyana civakî û rêveberiyê de bigihêjin asta ku heq dike.