Tevgera Azadî li dijî dagirkeriya Tirk bang kir

Tevgera Azadî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga ketina tevgerê li partiyên Başûrê Kurdistanê kir.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê xebatan dike îro seat 11:00’an bi tevlîbûna Hevserokên xwe, li Navenda Tevgera Azadî ya bajarê Silêmaniyê têkildarî dagirkeriya dewlet aTirk ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdûllah di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê.

Ebdûllah têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ev agahî par ve kir;

“Tevahiya Başûrê Kurdistanê di bin metirsiyeke mezin de ye û her diçe hewldanên dagirkirina Başûr jî zêde dibe. Li pişt vê tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk dewletên din jî hene û bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo Tirkiyê radigihînin.”

Hikumeta Herêma Kurdistanê rê ji leşkerên Tirkiyê re ve dike û bi rojevên cuda hewl dide xelk vêya nebîne. Tirkiye PDK’ê  ji bo vêya bi kartîne. Ji bo vê yekê em hişyarî didin hemû aliyên siyasî û dibêjin Tirkiye dixwaze partiyan parçe bike. Erka hemû derdor û kesayetên demokratîk in ku li dijî vê yekê raweste. Bi taybet divê civaka navnetewî erka xwe pêk bîne. Ji ber ku tenê metirsî li ser Kurdan nîne.”

BANG

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdûllah di dawiya axaftina xwe de bang li gel û partiyên siyasî kir û wiha got; “Divê gelê me bi rûhê raperînê xaka xwe biparêze. Divê hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê demildest bi civin û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê diyar bikin.”