Tevgera Azadî: Ji bo têkiliyên bi her alî re em amade ne

Tevgera Azadî diyar kir ku li ser bingehê jiyana bi hev re û rêzgirtina li îradeya gelan û tevahî pêkhateyan, ji bo Iraqek demokratîk û federal weke çareserî dibînin û got; “Ji karê hevbeş li gel her aliyekî û rû bi rûyê vê rewşê bibin, re amadene.

Îro saet 14:00’ê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi boneya ji aliyê Iraqê ve bi fermî hatina naskirin, li Salona Ekopar a bajarê Silêmanî, kongreyekî rojnamegerî lidar xist.

Di kongreya rojnamegerî de Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir peyama tevgera xwe xwend û wiha hate ragihandin; “Di hemû qadan de û timî jî me hewl daye ku li gel tevahî aliyên siyasî bi şêweyek hevbeş bi pirsgirêkên mezin ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê re rû bi rû bibin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ji niha ve û piştî derketina biryara hejmar 36 a 2015’ê li Parlamentoya Iraqê ku taybet girêdayî dana destûrê ji bo partiyên siyasî yên Iraqê ku Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê serpereştiya wê dike, weke Tevgera Azadî me jî serdan kir. Me hemû rêyên yasayî bicih anîn. Piştî şopandina di 4’ê Kanûna 2017’ê de li gor hejmara 139 ji bo Tevgera Azadî destûra fermî hate dayîn.

Her çend dema borî di çareserkirina pirsgirêkan de em jî tevlî bûn, her wiha ji bo hemû alozên cûr bi cûr xwedî projeyên çareseriyê bûn, ji vir şûnde jî ev erk û berpirsiyartiya me zêdetir dibe. Di heman demê de jî dikarin bi şêweyek hîn berfirehtir karên xwe pêşbixin. Em amadene li gel her aliyek bi pirsgirêkên hene re rû bi rû bibe, karê hevbeş bikin. Ji bo wê jî em ji Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê daxwaz dikin girêdayî yasaya karê partiyên siyasî bimînin. Ji bo pêşketina proseya demokrasî, azadiya hizbî li Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de bal hate kişandina ser van xalan:

“Di dema pêş de jî li ser bingehê baweriya bi guftûto, danûstandin û karê hebeş di hemû alî de li gel aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de, van xalên xarê ji bo karkirina li ser girîng dibînin:

*Li ser bingehê jiyana bi hev re û rêzgirtina li îradeya gelan û tevahî pêkhateyan, gav avêtina ji bo Iraqek demokratîk û federal weke çareserî dibînin.

*Bi armanca pêşîgirtina li hemû êrîş û pîlanên derve yên dagirkirina xaka Herêma Kurdistan û Iraqê, meşandina siyasetekî demokratîk û aqilane ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandin û guftûgoyê, guncav dibînin.

*Bi armanca çareseriya demokratîk û pêşxistina ruhê jiyana bi hev re ya galan û baweriyên cuda li ser asta Iraq û Kurdistanê, bi taybetî navçeyên bi nakok, karanîna hemû yên ji bo wê armancê guncav dibînin.

*Ji bo avakirina sîstemekî nû û demokratîk rolê jin û ciwanan di hemû qadan de girîng dibînin.

*Hewldan û karkirina ji bo berfirehkirina azadiya îfadeyê, mafê rojnamegerî, her wiha karkirina ragihandinê ku xizmet ji jiyana bi hev re û çareserkirina pirsgirêkan bike, giring dibînin.

*Hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê di aliyê aborî, xizmetgûzarî û saziyên ewlehiyê de, bên xistina xizmeta berjewendiyên tevahî gelên Iraqê de.”

Piştî kongreya rojnamegeriyê şahiyek hate lidarxistin û bi gerandina govendê ve bi dawî hat.