'Tevgera Azadî hêvî û alternatîfek e'

Tevgera Azadî ku li Başûrê Kurdistanê yekemîn partî ye ku di rêveberiya wê de gelek jin cih digirin, duh kongreya xwe pêk anî. Jin û ciwanên tevlî kongreyê bûn gotin, Tevgera Azadî cihê çareseriya pirsgirêkan e.

Tevgera Azadî piştî ku li Iraqê fermî bû, duh li Silêmanî kongreya xwe ya damezrandinê li dar xist. Kongre bi beşdariya 700 delegeyên ji Başûrê Kurdistanê û herêmên cuda yên ıraqê û tevlîbûna bi sedan welatiyan pêk hat. Di kongreyê de temsîliyeta xurt a jin û ciwanan a li nava rêveberiya partiyê deng veda. Jin û ciwanên tevlî kongreyê bûn dan xuyakirin ku ew Tevgera Azadî weke navnîşana çareseriyê ya pirsgirêkên giran ên civakê dibînin.

Jineke ciwan a bi navê Soma Ferhad bal kişand ser tevlîbûna jinan li nava mekanîzmayên rêveberî û biryardanê û got, "Jin û ciwan bi xurtî tevlî kongreyê bûn. Em dikarin bêjin ku ji hemû bajar û navçeyan tevlîbûneke xurt çêbû. Ev tevlîbûn ne tenê di asta endametiyê de ye. Jin û ciwanan di kongreyê de bi erk û wezîfeyên girîng rabûn û bi rêjeyeke bilind cihê xwe di nava rêveberiyê de digirin."

HÊVÎ Û ALTERNATÎF

Soma Ferhad da xuyakirin ku jin û ciwan li Başûrê Kurdistanê li hemberî pirsgirêkên giran li ber xwe didin û destnîşan kir ku eleqeya ji bo Tevgera Azadî jî encama lêgerînekê ye. Soma Ferhad got, "Pêkhatina kongreya partiya me bi tevlîbûneke wiha xurt û bi coş, bersivek li pirsgirêkên li herêmê ye. Her wiha lêgerîna ji bo çareseriya pirsgirêkan e. Bi taybetî di demekê de ku li Başûrê Kurdistanê partiyên siyasî di nava krîzekê de ne, Tevgera Azadî weke hêvî û alternatîfekê tê."

'JIN Û CIWAN BERÊ XWE DIDIN TEVGERA AZADÎ'

Jineke din a ciwan Qeywan Merûf jî diyar kir ku sedema tevlîbûna xurt a jin û ciwanan li kongreyê, bernameya partiyê ye û got, cara yekê ye ku li Başûrê Kurdistanê kongreya partiyekê bi tevlîbûneke wiha xurt a jin û ciwanan pêk tê. Qeywan Merûf wiha dewam kir: "Li Başûrê Kurdistanê civak di nava pirsgirêkên giran de ye. Lê belê ev pirsgirêk ji bo jin û ciwanan hê girantir in. Ev her du beşên civakê ji bo pirsgirêkan çareser bikin di nava lêgerînê de ne. Bernameya Tevgera Azadî rê dide vê yekê. Ji ber vê yekê jin û ciwan berê xwe didin nava refên Tevgera Azadî. Ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."

'MEŞA ME WÊ RÊ LI BER SERKETINÊ VEKE'

Merûf işaret bi pratîka 26 salan a partiyên serdest ên li Başûrê Kurdistanê kir û got, "Van partiyan giranî dan ser berjewendiyên partiya xwe. Ji bilî ferzkirina desthilatdariya xwe li ser civakê, tiştekî din nekirin. Lê belê beşeke mezin a civakê Tevgera Azadî ji xwe re weke hêviyeke mezin dibînin. Em pê bawerin ku ev hêvî wê ne belasebep be. Me ev kar li nava çîna bindest a civakê bi ser xist. Bêguman ev meşa me wê rê li ber serketinê veke."

'NÊZÎKATIYEKE NÛ TÊ NÎŞANDAN'

Ciwanê bi navê Saman Qabîl jî diyar kir, pirsgirêkên li herêmê bi rêbaza berê çareser nabin û pêwîstî bi nêzîkatiyee nû heye. Qabîl got, "Ji Herêma Kurdistanê û gelek herêmên Iraqê tevlîbûneke xurt heye. Tevgera Azadî bi salan e dixebite, lê cara yekê ye fermî bûye. Me li ser vê bingehê kongreya xwe pêk anîn. Gelek pirsgirêk li herêma me li benda çareseriyê ne. Yên rê li ber van pirsgirêkan vekirin jî ew partî ne ku bi salan e desthilatdar in. Çareserkirina van pirsgirêkan bi rêbazên berê nabe. Ji ber vê yekê pêwîstî bi bernameyeke nû heye. Em jî xwedî bernameyekê ne ku van pirsgirêkan ji binî ve çareser bikin."