Desteya Serokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên îro li bajarok, navçe û bajarên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.
Tevgera Azadî di destpêka daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Vê desthilatê nedizanî siyaset bike. Nedizane gel bi rêve bibe. Ne dizane parastina destkeftiyên gelê me bike. Tenê parastina kursî û desthilatê dizane. Êdî eşkereye ku ti rewabûna vê hikûmetê nîne û nemaye. Her roj hêzên dagirker tên ser xaka Kurdistanê û bombebaran dike. Diyare ji pêkanîna daxwaz û pêwîstiyên gel bê xeme.”
Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xalan:
“-Em piştgiriya xwepêşandanên gel dikin. Daxwaza wan a ji bo guhertina vê desthilatê rewa dibînin.
-Divê ev guhertin bi şêweyek demokratîk û aştiyane bên kirin.
-Ev hikûmete ne rewa ye û divê bê hilweşandin.
-Em li gel daxwazên gel in û xwedî lê derdikevin.
-Divê welatiyên xwepêşandêr destûr nedin hêzên desthilat tevlî xwepêşandanên gel bibin û ji bo armanca xwe bikar bînin.
-Divê hizbên mûxalefet ji ber berjewendiyên şexsî û hizbî nêzî xwepêşandanan nebin. Ji bo zextek zêdetir li ser desthilatê çêbibe, divê encûmenek giştî ji aliyê mûxalefet û gel ve bê avakirin û rêveberiya xwepêşandanan bike. Destûr nedet tu kesekî ji desthilatê bikeve nav de.
-Daxwaz ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkên gelê me bin û armanc hilweşandina vê hikûmeta gendel be. Divê destûr neyê dayîn xwepêşandanên gel ji bo armancên cûdatir bên karanîn.
-Çareserkirina pirsgirêkên navxweyî daxwaza gelê Herêma Kurdistanê ye. Divê em bi îradeya xwe, di nava xwe de bi şêweyek demokratîk çareser bikin. Rê nedin ti destwerdanek derve û aloziyan.
-Bang li xwepêşandêran dikin ku şewitandin û xerabkirina cihên giştî nekin. Malê giştî û ewlehiya canê welatiyan biparêzin. Ew karê desthilat û kesên alozî dixwazin, divê destûr nedin di bin navê xwepêşandêran de bê kirin.
-Ji hêzên asayîş, pêşmerge, polîsên çalakiyên medenî û tevahî dezgehên ewlehiyê daxwaz dikin ku li hemberî xwişk û birayên xwe ti tundûtûjiyê bikar neynînin.”