Tevgera Azadî destek da malbatên ji Xurmatû koçî Kerkûkê kirin

Rêxistina Tevgera Azadî ya Kerkûkê, serdana malbatên piştî êrîşa 16'ê Cotmehê ji Xurmatû koçî Kerkûkê kirin, kir. Rêxistinê alîkarî bi malbatên koçber kir.

Rêxistina Tevgera Azadî ya Kerkûkê, serdana malbatên piştî êrîşa 16'ê Cotmehê ya artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî ji Xurmatû koçî Kerkûkê kirin, kir. Rêxistinê alîkarî bi malbatên koçber kir. Endamên Rêxistina Kerkûkê ya Tevgera Azadî serdana gelek malbatên hatine bajêr kirin û malzemeyên ji bo zivistanê dan malbatan.

Hevserokê Tevgera Azadî yê Herêma Kerkûkê Nevzat Bekir der barê serdanê û karê xwe de ji ajansa me re axivî û anî ziman ku gelek malbat piştî êrîşê neçar man ji Xurmatû û gundên wê koçî Kerkûkê bikin. Bekir diyar kir, ji bo piştgiriyê bidin malbatên koçber bûne, wan dest bi karekî bi vî rengî kirine. nevzat Bekir ragihand, ji roja ku koçber bûne û vir ve ew li cem malbatan e û wê ji niha û pê ve jî desteka xwe bidomînin.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rihan Hemadî jî da xuyakirin ku ji bo bersivê bidin pêwîstiyên malbatên ji Xurmatû û herêmên din koç kirine, wan komîteyek ava kirine û got, "Piştgiriya ji bo van malbatên me, wezîfeya me ya bingehîn e. Me ji ber vê yekê biryar dan ku komîteyekê ava bikin. Em amade ne ku ji bo malbatên xwe çi ji destê me bê bikin."