Tevgera Azadî cejna gelê Bradostê pîroz kir

Tevgera Azadî cejna gelê Bradostê pîroz kir ku di hedefa êrîşên dewleta Tirk de ye.

Tevgera Azadî ya ku li herêma Bradostê ya li Başûrê Kurdistanê dixebite, cejna gelê vê herêmê pîroz kir. Xebatkarên Tevgera Azadî ji roja destpêkê ya cejna Qurbanê ve li herêma Bradostê li nava gel digere û cejna welatiyan pîroz dike. Xebatkarên Tevgera Azadî piştî pîrozbahiyê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku herêma Bradostê hedefa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e û hate gotin, "Tevî şert û mercên giran ên şer jî weke Tevgera Azadî em ê her tim bi gelê Bradostê re bin. Şert û mercên şer çi dibin bila bibin, karê me wê bidome."