Tevgera Azadî: Agirê li Îmralî berdewama komployê ye

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî agirê li Greva Îmralî daxuyaniyek da û got: “Agirê li Girava Îmraliyê ketiye berdewamkirina komploya li dijî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî şewata li Girava Îmralî derketî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî) wiha tê gotin; “Agirê li Girava Îrmalî derketiye û bigumanîn ku ev bûyer berdewamkirina rêbaza komploya li dijî gelê Kurd e. Tenduristî û parastina jiyana Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd girîng e. Tevahiya navendên cîhanê, Saziyên Mafê Mirovan û bi taybet CPT’iyê agadar dikin ku di kesayetiya Rêber Apo de li dijî gelê Kurd pîlanek heye. Ev yek ji aliyê gelê Kurd û gelên azadîxwaz ve nayê qebûlkirin.

Divê demildest hevdîtin bi Îmraliyê re were kirin. Ti hêz û aliyek erzan nêzîk Rêberê demokrasiya gelan nebe. Daxwazê dikin ku bi rêya CPT’iyê dewleta Tirk were neçarkirin ku têkildarî bûyera şewatê daxuyaniyek têrker were dayîn û rê were dayîn parêzerên Rêber Ocalan serdana Îmralî bikin. Ji nêzîk ve bibînin.

Tevgera Azadî banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku tecrîd binpêkirina mafê mirovane û daxwaz kir ku amadekarî werin ku ji bo cihekî bi ewle û ji bo jiyanê destdayî were veguhestin. Tevgera Azadî bang li gelê Kurd jî kir ku bi ruhê berpirsyartiyê ji bo pûçkirina tevahiya komployan xwedî li Ocalan derkevin û li her cihî dakevin qadan.