TEV-DEM: Kurd hemû divê bi Xarpêtê re bin!

TEV-DEM'ê sersaxî ji malbatên kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan xwest û hikumeta Tirk şermezar kir ji ber ku tedbîr wernegirt. Di daxuyaniya TEV-DEM'ê de hate gotin, "Divê Kurd û saziyên navneteweyî bi Xarpêtê re bin."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek der barê erdheja li bajarên Bakurê Kurdistanê weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Destpêkê sersaxiya malbatên qurbaniyan dikin û hêviya şifaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Ev ne cara yekem e ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhej rû dide. Her wiha wekî navenda erdhejan tê hesibandin û di encamê de ziyanên madî û mirovî pêk tên. Tevî zanîna hikumeta Tirkiyê ya xetereya pêkanîna erdhejan li van herêman, lê berpisriyara xwe der barê piştevanî û girtina tedbîrên guncaw li hember van karesatên xwezayî de, nagire. Her wiha gelek herêm û bajarên Tirkiyê bi erhejan bandor bûne. Ev jî nîşaneya nebaşbûna lêkirina avahî û formekirina wê ye, da ku herî kêm li hember erdhejan parastî bin.

Lê belê hikumeta faşîst a Tirk hewl dide sûdê ji van karesatan ji aliyê siyasî ve wergire, da ku rihm û hestyariya rêxistinên mirovî yên navneteweyî û herêmî wergire. Her wiha ji dêvla girîngî dida xetên gaza xwezayî û qezenca mezin, diviyabû girîngî bida avakirina jêrzemînên di bin avahiyan de ku bibûna cihên hewandina bi hezaran mirovên ji tirs û xofa erdhejan li kolan û qadan dimînin.

Em wek TEV-DEM’ê bang li rêxistinên navdewletî yên mirovî dikin ku xizmetguzariyên mirovî û civakî ji şêniyên pergende bûne re, pêşkêş bikin. Her wiha şênî tu piştevanî û piştgiriyên hikumeta Tirkiyê wernegirtine. Li aliyekî dîtir em spasiya helwestên mirovî yên gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê dikin ku piştevaniya birayên xwe ji Tirk û Kurdan di vê tengezariyê de kirine."