'Tenê cenazeyên me dikarin ji vir derxînin'

Şêniyên taxên Dîcle û Ferîtkoşkê gotin, "Me bi keda destê xwe, bi xwêdana li eniya xwe ev tax afirand... Tenê dikarin cenazeyên me ji vir derxînin."

Bi nivîsa bi hejmara 8972 a 11'ê tîrmeha 2017'an a Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê re, Desteya Wezîran roja 17'ê Tîrmeha 2017'an li hev civiya û taxên Dîcle û Ferîtkoyê yên li navçeya Yenîşehîr a Amedê weke 'herêma bi rîsk' îlan kir. Ev biryar piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan mohra xwe danî binî, roja 18'ê Tebaxe di Rojnamey Fermî de hate weşandin û kete meriyetê. Biryara hilweşandina herdu taxan hê ji şêniyên taxan re nehatiye ragihandin. Şêniyên her du taxan nerazîbûneke tund nîşanî vê biryarê didin.

'NE XETERIYA ERDHEJÊ, NE JÎ YA LEHIYÊ HEYE'

Nûrettîn Kiliç ê 68 salî, ku beriya niha bi 53 salan ji ber pirsgirêkên debarê neçar ma ji Çewlikê koçî Amedê bike û hê herêm erdekî vala bû ji xwe re lê xanî lê kir got, "Dema em hatin vê derê kes tine bû. Me erd kirî û ji xwe re xanî lê kir. Tenê Qesra Ferît hebû. Her cih vala bû. Piştî salên 90'î ji Licê, Çewlik, Hênê û Pîranî koçberî ber bi vê derê ve çêbû. Hinekan erd kirî, hinekan jî xaniyekî demkî lê kir. Bi zêdebûna hejmara mirovan re herêm bû du tax. Cihê em lê ne, bi navê qesrê li taxa Ferîtkoşkê ma. Ya li aliyê jêrê jî ji ber Çemê Dîcleyê bû Dîcle. Tenê li taxa me bi qasî 3 hezar hilbijêr hene. Piştre xizmetên şaredariyê dest pê kirin."

Kiliç anî ziman, ku berê cihê wan li bexçeyên Hewselê ye, li biniya taxê jî Çemê Dîcleyê heye û wiha dewam kir: "Eger dibêjin rîska afetê heye, hingî divê rîska lehiyê yan jî erdhejê hebe. Halbûkî ev der bi 80 heta 90 metreyî dûrî ji Çemê Dîcleyê ye. Rîska ku lehî lê rabe, nîne. Eger dibêjin rîska erdhejê heye; binê vê derê ji qehtên bazaltê pêk tê. Li jorê goristan heye. Dema em gorê dikolin, em bêr û bivir nikarin bi kar nînin. Ji ber ku binî mîna teht e. Ancax bi kompresorê em dikarin cihê gorê bikolin."

Kiliç diyar kir ku biryar hê ji wan re nehatiye ragihandin û bi bîr xist ku herî kêm ew 15 malbatên xizmên hev li vir dijîn. Kiliç got, "Me ev der afirand. Zarokên me çêbûn, neviyên me çêbûn. Ev der cihê me yê jiyanê ye. Em nikarin li cihekî din bijîn. Armanc ji ragihandina herêma afetê ew e ku vê derê pêşkêşî dewlemendan bikin."

'DIVÊ DESTPÊKÊ ME BIKUJIN'

Hatîce Yaşa ya 63 salî, ku piştî gundê wan Dêrxurt ê Licê hate şewitandin, sala 1994'an koçî vê derê kir, destnîşan kir ku berdêla wê mirin jî be ew ê taxên xwe neterikînin. Yaşa got, "hevserê min mir. Du kur û sê keçên min hene. Her sal diçin Ordû, Gîresûrê ji bo findeqan bidin hev û bixebitin. Xwediyê erdan heqaretê li wan dikin, sixêfan li wan dikin. Bi pereyên di nava van şert û mercan de qezenç kirine, me ji xwe re xanî lê kir. Zarokên min li vir zewicîn. Keçên min, bûkên min, zarokên min hê li Ordûyê findeqan didin hev. Ez extiyar bûm, êdî nikarim biçim. Em ê van xaniyên xwe yên bi kedeke mezin ava kirine nedin kesî. Wan bi xwe tapû dan. Em baca xwe didin, fatûreyên av û elektrîkê didin. Çi ji me dixwazin? Sûr xera kirin, gelo niha jî dor hatiye me? Eger wê bi zorê xera bikin, divê destpêkê me bikujin."

DEMA JI HÎLTONÊ LÊ DINERIN...

Zeynep Bûlût a 57 salî, ku sala 1993'an piştî ku xaniyê wan ê li taxa Kale ya Licê hate xerakirin li vê derê bi cih bû, anî ziman ku biryar ji wan re heta niha nehatiye ragihandin, lê bê ragihandin jî wê kes nikaribe wan ji xaniyê wan derxîne. Bûlût diyar kir, ku piştî Sûrê hewl tê dayin herêma wan bê xerakirin û pêşkêşî dewlemendên AKP'yî were kirin û got, "Li jorê me Otela Hîltonê heye. Dema ji wir lê dinerin, li gorî wan naxwazin du taxên nexweş bibînin. Ji wan heye ku em xemla wan xera dikin. Wê xaniyên me xera bikin û ji xwe re vîlla lê bikin. Ji ber ku ev der li pêşberî Bexçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê ye. Em tiştekî bi vê derê naguherînin. Xanî jî bidin, pere jî bidin em ê ji vir dernekevin."