Temellî: Terorîstê resen ev desthilatdarî ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya HDP’ê ya Êlihê de axivî û balkişand li ser krîzên Îdlib û Lîbyayê: Temellî got; “Terorîstê resen ev desthilatdarî ye. Bûyerên li Îdlibê diqewimin kurteya pêvajoya deh salan e.”

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê 3'emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. HDP'ê bi dirûşmeya "Em xwe bi rêxistin dikin û azad dibin" kongre pêk anî û li salonê dowîzên "Hûn nikarin Roboskî bidin ji bîr kirin û bincil bikin", "Jin Jiyan Azadî", "Em dest ji jiyana xwe û mafê xwe bernadin", "Jinên ciwan li dijî faşîzmê serî hildide" vekirin. Parlamenterên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz  û Mehmet Demir, Nûnerên Partiya Azadî Îhsan Direk, Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-T'ê Ertan Recebanli û gelek nûnerên rêxistin û partiyên siyasî amade bûn. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî ewil 34 kesên 8 sal berê li Roboskî hatin kuştin bibîr anî û berê rexneyan da Îqtîdara AKP-MHP'ê û polîtîkayên wan ên şer. Sûc maşîneyên sirxî û kîrpî kolan dagir kirine. Sûc li holê ye. Polîtîkayên ewlehiyê dibin sedema canê mirovan.

‘LI TIRKIYÊ SÛC ASAYÎ BÛYE

Temellî, anî ziman ku maşîna zirxî li Amedê li Cîhan Can xist û kuşt û wiha got: "Li Tirkiye êdî sûc asayî bûye. Duh me me ciwanekî xwe li Amedê winda kir. Me Cîhan Can winda kir. Dozger ji sedî 50 qisûra ajokar û ji sedî 50 qisûra rêwî nîşan dide. Lê li holê qusûr tune. Li holê sûc heye. "

‘DIVÊ EM LI HESKÎFÊ XWE DERBIKEVIN’

Temellî, polîtîkayên AKP'ê yên li Heskifê jî rexne kir û got: “Dîroka mirovahiyêya 12  hezar salî dikin qurbana bendava temenê wê 50 salî. Bê şerm bi vê yekê şovê dikin. Divê em bêtir li Heskifê xwedî derkevin. Dem dema ku em xwe ji Îqtîdarê rizgar bikin e.

Temellî, bal kişand ser polîtikayên qeyûm jî û got: "Polîtîkayên qeyûm her tiştî tune dikin. Ez ji vir Selçûk Mizrak silav dikim. Hemû delîl li holê ne û tu sûc li holê tune ye. Lê hevşaredarên me girtî ne. Ev îqtîdar li hemberî xwe raqîban naxwaze. Mînaka Serêkaniyê li ber çavan e. Li vir Destûra Bingehîn bê tesîr bûye.

'EM LI HER DERÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVIN'

Temellî, bal kişand ser tecrîdê û got: "Bêhiqûqiya li ser gelê Tirkiyeyê bi tecrîdê didome. Pênç salin li şûna rewşa demokratîk û aştiyê tecrîda mutlaq pêş dixin. Bi tecrîda mudlak Rewşa Awarte pêş xistin û niha Rewşa Awarte didome. Bi tecdîdkirina Birêz Ocalan, vê rewşa desthilatdariyê rewa dike û li her derê belav dike. Ji bo em dawî li vê yekê bînin divê em bêtir têbikoşin. Divê em bêtir hiqûq û demokrasiyê biparêzin.

‘ŞERÊ LI SÛRIYE TÊR NAKE NIHA JÎ TESKEREYA LIBYA DERDIXE’

Temellî, anî ziman ku Erdogan di polîtîkayên şer de israr dike û bêtir welat dixe nava kaosê û wiha got: "Divê polîtîka ya aştiyê be. Hem li hundir hem li derve divê polîtîkaya aştiyê be. Rojekê li deriyê Trump e, rojekê li deriyê Lîbya ye, rojekê li deriyê welatekî din dixe. Terorîstê resen ev desthilatdarî ye. Bûyerên li Îdlibê diqewimin kurteya pêvajoya deh salan e. Di polîtîkayên şer de israr dike. Ji ber ku bi bazirganên çekan re peyman kirine. Bêtir şer bêtir çek. Sûriye ne bes e, niha teskereya Lîbya tîne rojevê. Em ê bêjin na. Em dixwazin nan û pêşerojê hilberînin. Em naxwazin guleyan hilberînin.”

Piştî aaxaftina Temellî hilbijartin hate kirin.