Temellî: Heta Ocalan azad ne be wê berxwedan bidome

Hevserokê HDP’ê Sazî Temellî li Wanê di civîna nasandina namzetên HDP’ê de axivî, Leyla Guven silav kir û got; “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tehliye nebe wê berxwedan bidome.”

Li Wanê HDP’ê bi civînekê namzetên xwe da nasandin. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di ketina navçeya Westanê de ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazî kirin. Hevserokên HDP’ê yên bajêr Yadîşen Karabûlak, Umît dede, Hevserkên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, namzetên hevşaredariya Colemêrgê, namzetên hevşaredariya bajarê mezin ê Wanê û navçeyên wê, partiyên Kurd ên bi wan re îtifaq hatî kirin û gel beşdarî civînê bûn.

KAMAÇ: NASNAMEYA KURD QEZENC KIR

Destpêkê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mafê Mirov Mehmet Kamaç axivî û got; “Îro tifaqa gelê Kurd ya derketî holê dijminên gelê Kurd bi fikar kirine. Dîroka Kurdan bi êşan tijî ye, gelê Kurd li Zîlanê Dersim, Enfal û komkuijyên 33 guleyan hatin qetilkirin û heta roja îro hatin e. Li Roboskî li Cîzîrê gelê me hate qetilkirin û bedenên zarokên me li pişta panzeran hate kaşkirin. Encama hilbijartinê çi dibe bila bibe nasnameya Kurd qezenc kiriye.”

DEDE: HETA KU OCALAN AZAD NEBE EM HEMÛ NE AZAD IN

Piştre Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û got; “Me tu caran serî netewand û em ê tu caran serî netewînin. Desthilatdarên li dijî rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî berxwedana rêheval Leyla matmayî mane û nizanin çi bikin. Xwestin bi hevdîtina Îmralî re berxwedanê bişkênin û Îro jî tehliye kirin. Dibe ku di aliyê fizîkî de ji girtîgehê derketibû, hate azad kirin. Lê heta ku rêberê vî gelî azad nebe tu kes ji me azad nabe.”

TEMELLÎ: DEMA BI SER DE ÇÛNA HIKÛMETÊ YE

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi silavkirina Leyla Guven dest bi axaftinê kir.

Temellî got: “Li her derê bêedaletî heye. Duh ev carekî din li Konseya Parlementer ya YE’yê carekî din hate piştrastkirin. Hişyarî daye hikûmetê. Êdî demê dawî anîn vê hatiye. Dem hatiye ku em bi ser hikûmeta ku hewl didin siyaseta demokratîk tesfiye bikin de biçin.”

Temellî bal kişand greva birçîbûnê ya Leyla Guven û daxwaz hate kirin ku bi lezgîn dawî li tecrîdê were.

Hevserok Temellî got: “Hûn neçarin li gorî demokrasî û vebijêrka komara demokratîkê tevger bikin. Divê hûn li gorî hişmendiya netewa demokratîk tevger bikin. Hûn neçarin cih li gel vebijêrka ku her kesê bîne gel hev a li ser bingehê wekheviya welatina. Ev pêwîstiyeke, ev ramaneke hûn neçarin xwedî li vê derbikevin.”

Temellî da xuyakirin ku hikûmet dixwaze aştiya li Rojava tine bike û got: “Xwe li aramiyê nagirin.”

 ‘ÎTIFAQ XWEDÎ WATEYEK ZÊDE YE’

Temellî bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û diyar kir ku divê 24 saetan kar bikin. Temellî da nîşandan ku divê 31’ê Adarê divê wan li gel qeyûmên wan bavêjin sergoya dîrokê. Temellî got: “Divê şopê wan jî li kolanan nemînin. Piştî wê em ê xwe û bajarên xwe bi rê ve bibin. Em ê bi hev re demokrasiya xwecihî ava bikin. Em ê ne tenê şaredariyan, têkoşîna aştiyê jî ava bikin. Em ê bajarên xwe bikin bajarên jinê, dawî li hişmendiya mêr bînin, em ê bajarên kedê avabikin.”

Temellî bal kişand ku îtifaqa hatî kirin tenê hilbijartinê li xwe nagire û xwedî wateyek zêdetire.

NAMZET: WÊ JI VÎ BAJARÎ BIÇIN’

Namzetê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê HDP’ê Mûstafa Avcî jî got; “Ew çi dikin bila bikin wê 31’ê Adarê ji vî bajarî biçin.” Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan jî ev peyamn da; “Yên ku rêz û hirmetê nadin gelê em ê bi sindoqan ji vî bajarî derxînin.”