Temellî: HDP wê Komara Demokratîk ava bike

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li navenda Wanê serdana buroya hilbijartinê kir û got, yên ku qala sîleya Osmanî dikin, wê sîleya herî mezin roja 24'ê Hezîranê ji gel bixwin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî serdana buroya hilbijartinê ya li Kolana Cûmhûriyetê ya li Wanê kir.

Bi hezaran kes li ber buroyê li hev civiyan û Temellî ji wan re axivî. Temellî got, "HDP partiya Tirkiyeyê ye. Birêz Selahattîn Demîrtaş jî namzetê Serokkomariya Tirkiyeyê ye. Li gel hemû dek û dolabên li dijî HDP'ê tên gerandin, em ê biçin parlamentê. Wê wextê wê astengiyên li pêşiya demokrasiyê û aştiyê rabin. Li vî welatî em tevî cihêrengiyên xwe bi hev re dijîn. Em ê bi hev re Komara Demokratîk ava bikin. Ev yek jî bi HDP'ê dibe."

Sezaî Temellî destnîşan kir ku 24'ê Hezîranê wê ji rejîma yek şexsî rizgar bibin û got, "Em ê wan tevî qeyûmên wan ji holê rakin. Piştî 24'ê Hezîranê wê hevşaredarên Me Bekîr, Gultan û hemû hevşardarên din ên girtî wê li wezîfeya xwe vegerin."

Temellî bal kişand ser gefên Erdogan li namzetê wan ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş dixwe û wiha dewam kir: "Niha jî qala sîleya Osmanî dikin. Gelo ew sîleya ku hûn qalê dikin, sîleya ku we li gelê xizan xistine? Ma gelê Wanê bi vê nizane? Lê we hîn sîleya vî gelî nexwarine. Ev gel wê di hilbijartinê de bibe kevir û li ser serê we bibare."

Hevserokê hDP'ê Sezaî Temellî işaret bi provokasyona li Pirsûsê jî kir û got, "Gelê me û ti ji me wê nekeve vê xefikê. Em ê nekevin xefika wan, em ê serî li şîdetê nedin. Em ê bi şîdetê bersivê nedin şîdetê. Em ê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Bi dengê xwe, em ê ji vê zîhniyetê rizgar bibin. Ji vê derê bang li hemû endamên partiya me û raya giştî dikim; Nekevin xefikan."

Piştî axaftinê girseya gel govend gerand û dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin qîriya.