Temellî: Erdogan rê li ber bûyera li Pirsûsê vekir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku bûyera li Pirsûsê provokasyon e û divê kiryarên wê tavilê bên eşkerekirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kava, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên Wanê û şêniyên herêmî tevlî merasîma cejnê ya li avahiya DBP'ê ya Wanê bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Yadîşen Karabûlak destpêkê peyivî û cejna Remezanê li gelê Wanê pîroz kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dûre axivî û diyar kir ku ji ber êrîşa roja Pêncşemê ya li Pirsûsê, ew bi xemgînî cejnê pêşwazî dikin. Temellî li hemberî provokasyonên hişyarî da.

Temellî got, "Serokkomar û desthilatdarî bi gotinên kîn û nefretê diaxivin. Ji ber vê yekê rewşeke giran a aloziyê rû da. Helwesteke bi vî rengî herî zêde heqaretê li dîn dike. Em di demeke welê de ne ku mirov ji hev tên cudakirin û li ber hev tên rakirin. Di mehekê de ku mirovên ji her ol û baweriyê li hev dicivin, gotin û nêzîkatiyeke dijminane li dijî HDP'ê tê nîşandan. Li gelek cihan êrîş li HDP'ê hatin kirin. Xwe li wêneyan jî ranagirin. Doh li Pirsûsê bûyereke giran qewimî. Pêşî li vê yekê dikarîbû bihata girtin. Lê belê desthilatdariyê dest ji feraseta xwe berneda. Lîstik û senaryoyên beriya 7'ê Hezîranê hatin lîstin, ji nû ve xistin dewrê. Lewma em bang li hemû partiyan û namzetên serokkomariyê dikin ku di mijara demokrasî, edalet û aramiyê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin û li dijî provokasyonên wiha derkevin."

Temellî bang kir ku rê li lîstikên wiha re neyê dayin û got, "Ji ber vê yekê hilbijartinên 24'ê Hezîranê gelekî girîng in. Wezîrê Karên Hundir li şûna ku mirovan sûcdar bike, divê kiryarên bûyerê bibîne."

Temellî di dewama axaftina xwe de got, "Li kîjan devera cîhanê hatiye dîtin ku kampanya hilbijartinê bi çekan tê kirin. Li ku derê hatiye dîtin ku bi zorê mirov tê îqnakirin. Tevî vê rastiyê jî, Wezareta Karên Hundir û Walîtî hewl didin gel bixapînin. Ez ji vê derê bang li Wezareta Karên Hundir û Walîtiyê dikim. Divê yên ev bûyer kirine tavilê bên girtin û hesab bidin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî yên ku vê zilmê dikin wê teqez hesab bidin û got, "24'ê Hezîranê ji ber vê yekê hilbijartineke krîtîk e. Em naxwazin êdî mirovên me jiyana xwe ji dest bidin. Em xwedî li îradeya xwe derkevin. Hêvîdar im ev cejna dilşewat bibe wesîle ji aştî û aramiya li welatê hevpar."