Temellî: Em ê qeyûman ku mekîneyên sûc in biqewerînin!

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got qeyûm mekîneyên sûc in, bang li gel kir ku li kuçeyan têbikoşin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî serdana  Rêxistina Navçeyê ya Farqînê ya Amedê kir.

Temellî got, ''Ev xak xaka berxwedana biryardar e, xaka wan kesan e ku li dijî faşîzmê û zilmê li ber xwe didin, xaka wan kesan e ku li dijî zilmê bi  biryardarî li ber xwe didin.''

'JI TIRSAN ÊRÎŞ DIKIN'

Temellî bal kişande ser êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser HDP'ê û got, ''Ên ku zilmê tînin ser vî welatî bila zanibin li gel qeyûmên wan em ê wan biqewirînin'' û diyar kir, ''Bi vê tirsê ne. Ji bo vê tirsê diqilqilin, êrîşkariya wan ji bo vê ye.''

'QEYÛM MEKÎNEYÊN SÛC IN'

Temellî bi berdewamî li ser qeyûmên ku şaredariyên Kurdistanê dagir kirine wiha got: ''Qeyûm mekîneyen sûc in; hemû tiştên şareariyê firotine û bajar talan kirine. Em ê careke dî di rêveberiyên xwecih de werin ser rêveberiyê. Em ê hemû tiştên ku wan firotine, yên gelê me dîsa li wan vegerînin.

Ez bang li wan hemû kesan dikim ku bûne hevkarê vî sûcî; di dilê xwe re nebin ku desteserkirina eraziyên şaredariye wê ji we re bimîne.''

'ZILM LI HER DEVERÊ YE'

Temellî bi berdewamî bal kişande zilm û faşîzma AKP'ê, got zilm êdî ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî û domand, ''Lê em her li kû bin em ê werin cem hev. Tifaq heta xwe xwecih be tifaq e û em ê tifaqa zemînê bi teqezî ava bikin. Tifaq li kulîsên Eneqerê nabin.''