Temellî: Dengek gelek tiştan diguherîne

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got, ''Dengek gelek tiştan digueherîne, wê biguherîne. Ya ku wê pêşî li Tirkiyê veke HDP ye.''

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî bi çarçoweya xebatên hilbijartinê li Dihê ya Sêrtê bû.

'31'Ê ADARÊ EM Ê DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN'

Temellî li Dihê axivî û got, 10 rojên mayî ew ê bi giyanê Newrozê rojê 24 saetan bixebitin, têkoşîna demokrasî û azadiyê bi mîsogerî bi der bixin û 31'ê Adarê ji sendoqan wê demokrasî, aştî derkeve, we HDP derkeve.

Temellî wiha axivî: ''Ji me re dibêje, bicehimin biçin..31'ê Adarê em diçin ser sendoqê. Em ê bi hev re li dengê xwe, li dahatuya xwe, li vîna xwe xwedî derkevin û piştre hûn diçin, hêdî hêdî xwe bidin hev. Em ê 31'ê Adarê dawî li vê zilmê li vê tundiyê bînin.''

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Temellî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi bîr xist, got ew hemû bi hev re dengê xwe li dengê Leyla Guven zêde dikin, hêzê li têkoşîna wê ya ji bo demokrasiyê, dadmendiyê û aştiyê zêde dikin. Temellî diyar kir li gel Leyla Guven bi hezaran girtî bi heman daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di greva birçîbûnê de ye, got ev daxwazeke meşrû ye, yasayî ye û bang li Wezareta Dadmeniyê ya Tirk kir ku li gorî yasayên xwe biçin û dawî li tecrîda mitleq a li ser Ocalan bînin.

'HDP WÊ PÊŞÎ LI WELÊT VEKE'

Temellî bi domdarî wiha axivî: ''Ji bo ku mirov neyên meydanan, ev deng neyê bihîstin, ji bo ku mehkûmî nûçeyên wan ên derewîn bibin tiştak ku ji destê wan tê, dikin. Lê ev deng digihije her deverî. Ev dengê HDP'ê, dengê gel, dengê kedkar û jinan e. Dengek gelek tiştan diguherîne, wê biguherîne. HDP wê rê li Tirkiyê veke.

Hûn nikarin ti tiştî bikin, hûn nikarin qeyûman bînin. Bes gefê li mirovan bixwin.

Li hemû devera  Tirkiyê HDP niha tê ser desthilatê, hêzên demokrasiyê têne ser desthilatê.''