Temellî: Bahçelî dengê wê dewletê ye ku bêaqil bûye

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî anî ziman ku gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ne tenê gotinên wî ne û got, "Devlet Bahçelî dengê dewleta ku bêaqil bûye."

Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî li ser dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ANF'ê re axivî. Temellî anî ziman ku AKP bi refleksa têkçûnê êriş dike û got, "Her tiştên saziyên demokratîk xera kiriye. Ev zîhniyeta ku KCD'ê weke saziyeke sûc dibîne, hevseroka wê jî weke sûcdar dibîne li dijî aştî û demokrasiyê ye. Kiryar û biryarên bi destê dadgeriya xwe pêk tîne, nerewa ne."

REJÎMEKE FAŞÎST E

Temellî anî ziman ku dema ew bala xwe didin ser rewşa li girtîgehan û girtiyên siyasî dibînin ku li hemberî wan rejîmeke çawa ya faşîst heye û wiha dewam kir, "Hevseroka Giştî ya HDP'ê Leyla Guven bi baweriya ku bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê wê pêşî li vî welatî veke ketibû greva birçîbûnê ya mezin. Ya rast, ji bo gelên Tirkiyeyê hemûyan bû hêvî. Mixabin Tirkiyeyê careke din nekarî vê hêviyê binirxîne. Ev dewlet tevî baş zane heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşî li aştî û demokrasiya li vî welatî venabe, hîn jî rêya aştî û demokrasiyê dixitimîne, tecrîdê dewam dike û hilweşînê li vî welatî ferz dike. Bi vê armancê nêzî Leyla Guven dibe, dewlet ji bo tolê hilîne nêzî Guven dibe. Lê belê rêyeke cuda ku ew biçin nema, hewldanên wan ên dawî ne. Em vê biryarê nas nakin û qebûl jî nakin."

HEBÛNA XWE LI SER NEÇARESERIYÊ DANE RÛNIŞTANDIN

Temellî bal kişand ser rola girîng a KCD'ê di 'pêvajoya diyalogê' de û bi bîr xist, ku di pêvajoya çêkirina destûra bingehîn de jî ji aliyê Meclîsê ve weke saziya civakî ya sivîl a herî girîng dihate dîtin û got, "Eger Tirkiye wê demokratîk bibe û xwe ji pirsgirêkan hemûyan rizgar bike, gava destpêkê ya vê yekê jî çareserkirina meseleya Kurd e. Ji 7 heta 70 salî her kes êdî bi vê hîn bû. Lê belê dewleta ku li ser neçareserkirina meseleya Kurd rejîma xwe diparêze, hewl dide vê sîstema faşîst bidomîne. Pirsgirêka bingehîn jî ev yek e."

DENGÊ DEWLETÊ YÊ KU BÊAQIL BÛYE

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê bal kişand ser nêzîkatiya AKP-MHP'ê ya tekperest, cihêkar û nijadperest a li pirsgirêkan û got, "Sîstemek zordar e. Ev sîstem tunebûnê li cihêrengiyan ferz dike ku berdevkê wê jî Devlet Bahçelî ye. Gotinên Bahçelî ne tenê yên Bahçelî ne. Ya rast Devlet Bahçelî dengê wê dewletê ye ku bêaqil bûye. Divê ev yek bê dîtin. Ev dewlet bêaqil bûye. Rasyonalîteya xwe winda kiriye."