Têkoşîna 25 salan a xizmekî windakiriyan

Endamê Desteya Xizmên Windahiyan a ÎHD'ê Şaxê Amedê Adnan Orhan, ji 11 saliya xwe ve li aqûbeta bav, ap û pismamê xwe digere. Adnan Orhan got, "Hewl didim bibim dengê xizmên windakiriyan. Dibe ku çîrok cuda be, lê belê êşa me hevpar e."

Li Kurdistanê di salên 1990’î de bi hezaran kes hatin binçavkirin û windakirin. Gelek kesên hatin windakirin hêj aqûbeta wan nediyar e û kujerên wan nehatine darizandin. Xizmên Windahiyan ku her roja şemiyê li Amed, Cizîr, Êlihê û Stenbolê ji bo edaletê di çalakiyê de ne û bi salan in li xizmên xwe yên winda digerin. Yek ji van jî Adnan Orhan e. Orhan, hîna di temenê xwe yê 11 salî de li qada Galatasaray ya Stenbolê dest lêgerîna heqîqetê dike. Orhan, 25 sale li aqûbeta bav, ap û kur apê xwe digere û daxwaza edaletê dike. Ev daxwaza edaletê berê Orhan dide ÎHD'ê û bi awayekî çalak tevlî xebatên xizmên windahiyan dibe. Piştî Orhan, tevlî xebatên ÎHD’ê dibe cihê xwe di Desteya Xizmên Windahiyan de digre û bi awayek çalak tevlî xebatên ÎHD’ê dibe.

Di sala 1994’an de bavê Adnan Orhan, Mehmet Selîm Orhan, Ap Hasan Orhan û kur apê wî Cezayir Orhan ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û windakirin. Adnan Orhan, lêgerîna 25 salan û çîroka windahiyê ji ajansa me ANF’ê re vegot. 

‘BI ROJAN HATIN ÎŞKCENCEKIRIN’

Orhan anî ziman ku di sala 1994’an de li mezrika Adrok a gundê Zara yê Pasûrê, Tûgaya Komando ya Bolûyê li herêmê operasyon da destpêkirin û malên li mezrikê şewitand. Orhan destnîşan kir ku piştî mal hatin şewitandin ew neçar man ku biçin gundê Zara û wiha axivî: “Piştî demekê li cihê xaniyê me hate şewitandin me kon vedan. Di 24'ê Gulana 1994'an de Tûgaya Komando ya Bolûyê li herêmê dîsa operasyonek li dar xist. Leşkerên hatin gund bavê min Mehmet Selîm Orhan, apê min Hasan Orhan û kur apê min Cezayîr Orhan binçav kirin. Leşkeran bav, ap û kur apê min birin Dibistana Leylî ya Herêmê û 17 rojan ew îşkence kirin. Dema bav û apê min hatin binçavkirin ez 10 salî bûm.”

‘KINCÊN GERÎLA LI WAN KIRIN Û QETIL KIRIN’

Orhan destnîşan kir ku di saya kesekî ku tevî bavê wî hatiye binçavkirin hîn bûne ku bavê wî li ku derê bûye û wiha pê de çû: “Wê demê min li Dibistana Leylî ya Licê dixwend. Lê ji ber şewitandina gundan serdemekê neçûm dibistanê. Leşkerên ji Bolûyê hatibûn li dibistana me diman. Tim bi wesayîtên leşkerî kesên sivîl dianîn. Êvaran qîrîn ji mirovan diçû. Li cihê ku lê dimam min ji hevalên xwe dipirsî, digotin 'Mirovan îşkence dikin.' Bavê min ew jî 17 rojan li wir di binçavan de man. Wê çaxê şahidekî di bin çavan de gotibû, min bavê te li korîdorê dîtiye û li halê wî pirsiye. Bavê min gotiye 'Em nebaş in, îşkenceyê li me dikin. Paşê heman şahid pismamê min Cezayîr jî dîtiye. Wî jî gotiye 'Îşkenceyeke giran li me dikin. Yek hat ji me re got, em ê we berdin. Lê em ê pêşî we bibin kincên gerîlaya li we bikin, dîmenên we bigirin û paşê berdin.' Piştî ku bi kincên gerîlayan dîmen kişandin ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin.”
 
‘CENAZE HATIN ŞEWITANDIN’
 
Orhan anî ziman ku piştî binçavkirinê bavê wî, ap û pismamî wî birine devera gundê Bagcilar ê Pasûrê û wiha axaftina xwe dom kir: “Welatiyên li gund ji me re got, li herêmê leşker pir bûne, paşê helîkopeter hatiye, leşker ketine malan û gotine 'Wê şer rû bide, li van deran terorîst hene, hûn têkevin hundir, dernekevin.' Gotin, helîkopter daketiye, paşê dîsa çûye Pasûrê û vegeriyaye heman cihî. Gundiyan got 'Destpêkê dengê çekan, qîrîn ji mirovan diçûn. Paşê bêhneke pir giran hat. Piştî tarî ket, em nikaribûn derkevin derve. Lê sibehê zarokan ji bo çêrê heywan derxistin. Çûn û hatine zarokan bû yek. Zarokan got 'li wir hin mirovên hatine kuştin hene.' Em şêniyên gund çûn wir. Cenazeyê 7 kesên ku bedena wan hatiye gulebarankirin li wir bûn.' Ji ber cenaze hatibûn şewitandin mirov nikaribû wan nas bike û li ser wan kincên gerîla hebûn.”

‘CENAZE NEHATE TEŞHÎSKIRIN’
 
Orhan bilêv kir ku berî cenaze bên veşartin xeber gihaştiye wan jî û malbata wî çûye li cenazeyan neriye, lê belê ji ber cenaze hatibûne perçekirin û şewitandin malbatê nikaribûye teşhîs bike. Orhan da zanîn ku tenê gundiyekî li wir qutiyeke cixareyê dîtiye û gotiye 'Ev qutiya Mehmet Selîm e. Min jî ji vê qutiyê cixare pêçaye. Orhan, di berdewama axaftina xwe de got: “Bi salan ew li cenazeyên xwe geriyane, lê belê tim bersiva neyînî girtine. Di sala 2004'an de li ser serlêdana hevjîna Kûddûsî Adiguzel gora komî hatiye vekirin. Piştî serlêdanê gor tê vekirin. Lê çawa tê vekirin, bi bivir û bêran dikolin. Hestiyên bi ber destê wan dikevin dibin Stenbolê. Nimûneyê ji malbatê jî digirin û didin ber hev. Lê dibêjin ev ne hestiyên wî ne. Piştî min ev bihîst, ji ber meseleya qutiya cixareyê min xwe bi xwe got 'Qey ên me ne?' Em jî çûn me serî lê da, nimûneya xwînê ji me girtin. Di 2007'an de bi dawî bû. Encam ev bû, yek jê bavê min, yek jê apê min bû, lê gotin pismamê te ne li vir e.”

‘HESTÎ HATIN WINDAKIRIN’ 
 
Orhan destnîşan kir ku piştî raporê wan xwestiye hestiyan bigirin lê belê hatine windakirin û ev tişt got: “Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê kiriye li gorî hiqûqê tevnegeriya. Bi bivir û bêran gor hatine kolandin. Paşê hestî birine Stenbolê û piştî nimûneya DNA'yê hestî hatine windakirin. Heta sala 2009'an de du salan em li hestiyan geriyan. Pêşî em li windayên xwe, paşê jî em li windayê xwe geriyan. Di sala 2009'an de me got em ê giliyê dozger bikin. Dozger jî nivîsek nivîsand û di nivîsê de got 'Hestiyên we li Gora Bêkesan di parsêla 76'an de ne.' Em çûn me serî lê dan û me xwest em hestiyên xwe bigirin. Dewletê xwest di kîsikekî de hestiyê me bidin me. Têkildarî vê min daxwaznameyek nivîsand û min got ez tiştekî wisa qebûl nakim. Min xwest hestî ji hev bên veqetandin û bidin me. Li ser gotina 'bi manewiyata me nelîzin' dozger biryara nevekirina gorê da." 

‘ÇÎROK CUDA YE, LÊ ÊŞA ME HEVPAR E’

Orhan destnîşan kir ku dema bavê wî hat windakirin ew 10 salî bûye û ji wê çaxê heta niha ew li ber xwe didin û li heqetê digerin. Orhan diyar kir ku dema ew 11 salî bûye destpêkê li qada Galatasaray a Stenbolê dest bi lêgerîna heqetê kiriye û got, ev 25 sale ew li pey hestiyê xwe ne.  Orhan anî ziman ku doza heqîqetê berê wî daye ÎHD’ê û bi salane di Desteya Windahiyan de bi awayek çalak dixebite û wiha got: “Ez hewl didim bibim dengê malbatan. Dibe çîrokên me cuda be, lê êşa me weke hevpar e. Ti cudahiya êşa dayikên tên vir û êşa dayikan min ji hev tune ye.”