Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn, bi wesîleya salvegera komkujiya Mereşê ji ANF'ê re axivî.
Tekîn diyar kir ku piştî komkujiya Mereşê hewl hatiye dayin; zilm û zordarî li Kurdistanê serdest bibe û bi vê armancê rewşa awarte hatiye ragihandin.
Tekîn da xuyakirin ku piştî ragihandina rewşa awarte, polîtîkayên mêtingeriyê, zilm û zordarî li çar aliyên Kurdistanê belav bûne û bi bîr xist ku di encamê de bi hezaran mirov hatin binçavkirin û girtin û êşkenceyên giran li hezaran mirovî hate kirin.
Tekîn destnîşan kir ku li gel binçavkirin, girtin û êşkenceya giran jî dewleta Tirk ji rewşa awarte encam negirtiye û got, "Kenan Evren ji bo zilm û zordariyê serdest bike, darbeya faşîst a 12'ê Îlonê kir."
Bozan Tekîn da zanîn ku girîng e dersên pêwîst ji komkujiya Mereşê bên derxistin û işaret bi girîngiya yekîtiya gelan kir.
FAŞÎZM WÊ BI DERBA XURT A GELAN TINE BIBE
Di dewama axaftina xwe de Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn anî ziman ku li pêşberî têkoşîna wan, faşîzm di nava krîzeke anormal de ye û got, "Xizanî zêde bûye. Hewl didin bi rêya zilm û zordariyê pêşî li hêrsa gel bigirin. Lê wê bi ser nekevin."
Tekîn da xuyakirin ku ti hêza faşîst ji ber xwe ve tine nabe û destnîşan kir, ji bo tinekirina faşîzmê pêwîstî bi derbeke xur tû bi bandor heye.
Bozan Tekîn ragihand, derba xurt û bi bandor a ku faşîzmê têk bibe, derba gelan e û got, ji bo ev derba xurt bê lêxistin, girîng e yekîtiya gelan tavilê pêk were.
Tekîn bi bîr xist ku di komkujiya Mereşê de bi dehan Elewî; extiyar, jin, ciwan, zarok bi rengekî hovane hatin kuştin û anî ziman ku PKK wê teqeza tola vê komkujiyê hilîne.
Tekîn da xuyakirin ku ji bo bîranîna şehîdên Mereşê wê têkoşîna li dijî fşaîzma Tayyîp Erdogan mezin bikin û bang li her kesî kir ku ji bo tinekirina faşîzma Erdogan bi rengekî çalak têbikoşin.
Tekîn işaret bi kampanya 'Serî hilde' ya Komalên Ciwan kir û ragihand ku ew vê kampanyayê ne tenê ya ciwanan dibînin û got, banga 'herî hilde' li hemû gelan e.