Têkildarî 9 kesan gilîname hate amadekirin: Helbesta ku pesnê rêxistinê dide, hate dîtin!

Têkildarî 9 kesan ku meha derbasbûyî ji ber ku di nava Komîsyona Şopandina Vekişînê ya 'Pêvajoya Çareseriyê' de cih digirt meha derbasbûyî dîl hating irtin, îdîaname hate amadekirin.

9 kesên endamê 'Komîsyona Şopandina Meşa Çareseriya Demokratîk) ku sala 2013'an pêvajoya vekişîna hêzên PKK'ê dişopandin, meha derbasbûyî li Wanê hatibûn girtin û gilîname li hemberî wan hate amadekirin. Di gilînameyê de daxuyanî û çalakiyên demokratîk ên 9 kesan weke sûc hate hesibandin.

Di îdîanameyê de Atîlla Kûmlî ji ber rêveberiya xwe ya li nava Şaxê Wanê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re, Behîce Abî ji ber rêveberiya xwe ya li nava Şaxê Wanê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Rojava re, Komeleya Çandê û Lêkolîna Zanistî ya Pirsgirêkên Koçberiyê ya Wanê (VAN GOÇ-DER) û Kongreya Jinê ya Azad (KJA), Omer Işik ji ber rêveberiya xwe ya li Komeleya Pêşvebirin û Têkoşîna li dijî Xizaniyê ya Wanê, Salîp Îpek ji ber endametiya xwe ya li Komeleya Pêşvebirin û Têkoşîna li dijî Xizaniyê ya Wanê (VAN-DER), Yakûp Aslan ji ber endametiya xwe ya li Komeleya Pêşvebirin û Têkoşîna li dijî Xizaniyê ya Wanê (VAN-DER) û Komeleya Alîkariyê û Hiqûqî ya Demokratîk a Xizmên Girtî û Hikumxwaran, sûcdar hatin dîtin.

HELBESTA KU PESNÊ RÊXSTINÊ DIDE HATE DÎTIN!

Di îdîanameyê de hate îdîakirin ku li gel yek ji girtiyan Harûn Okay gotin û muzîkên ku pesnê rêxistinê didin hatine dîtin û li mala Omer Işik jî dîmen û helbestên ku pesnê rêxistinê didin hatine tespîtkirin.

Dozgeriya ku têkildarî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedaran nekarî sûcekî peyda bike, di beşa encamê ya îdîanameyê de îdîa kir ku wêneyên di dema vekişînê de bi gerîlayên HPG'ê re hatine kişandin ji bo sûcdariyê delîlekî têrker e.