'Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye'

Parêzerê OHD'î Osman Çelîk destnîşan kir ku sedema bingehîn a pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê tecrîd e û got, "Eger hikumet dixwaze pirsgirêkên li welêt çareser bike, divê tavilê dawî li tecrîdê bîne."

22 sal in tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Her roja diçe ev tecrîd girantir dibe. Girtiyan di 27'ê Mijdarê de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan di roja 40'emîn de, dewam dike. Heya niha, herî kêm li 100 girtîgehan çalakî didome û nêzî 2 hezar û 500 girtiyan tevlî bûne. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Osman Çelîk, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

‘TECRÎD LI SER CIVAKÊ BELAV BÛYE’

Çelîk anî ziman ku 22 sal in tecrîd bi awayek sîstematîk berdewam dike û got: “Ji roja ewil û heta roja îro bê navber tecrîd berdewam dike. Tecrîd carna sivik û carna jî giran dibe. Lê ev 10 salên dawîne tecrîd bi awayek şidandî berdewam dike. Êdî tecrîda li ser birêz Ocalan li tevahiya civakê belav bûye û wekî amûreke zext û zoriyê tê bikaranîn. Hikûmetê hemû rêgezên hiqûqa xwe binpê kirine û li Îmraliyê pêkanînên taybet xistine dewrê. Ji bo aramî û aştiya welat divê teqez dest ji vê polîtîkaya tecrîdê were berdan. Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e. Pirsgirêka sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Ji bo çareserkirina vê jî birêz Ocalan xwedî roleke girîng e û mifteya çareseriyê ye. Eger hikûmet bixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, divê teqez tecrîda mutleq bê rakirin."

‘POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ ZIRARÊ DIDE CIVAKA TIRKIYEYÊ’

Çelîk da zanîn ku hemû mafên rewa yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine xespkirin û wiha axivî: “Mafê hemû girtiyan heye ku bi malbat, parêzer û wasîsê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li gel vê jî mafê telefon, televziyon û rojnameyê divê bikare bi kar bîne. Lê 22 sal in birêz Ocalan ji vê yekê bêpare û ev maf hatine xespkirin. Di nava 22 salan de birêz Ocalan tenê carek kariye mafê xwe yê telefonê bikar bîne. Ev pêkanîn derqanûnî ne û ti cihê wê di hiqûqê de tineye. Polîtîkaya tecrîdê xizmetê ji gelên Tirkiyeyê re nake û tenê zirerê dide civaka Tirkiyeyê û hiqûqê. Tenê têkoşîna civak û hiqêqê dikare dawî li van polîtîkayên tecrîdê bîne.”

‘DIVÊ GUH LI DAXWAZÊN WAN BÊ KIRIN'

Çelîk destnîşan kir ku ji bo ku qanûn û hiqûq bên bicihanîn, mirov dikevin greva birçîbûnê û ev tişt got: “Girtiyan di 27'ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Tenê daxwazek ya girtiyan heye û dixwazin dewlet hiqûqa xwe bîne cih. Sedema grevên birçîbûnê yên dewam dikin, polîtîkayên tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên din, dewam dikeye. Daxwazên girtiyên siyasî pir hêsan in. Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, hevdîtin bi malbat û parêzeran re. Girtî, ji bo ku dewlet li gor qanûnên xwe tevbigere di greva birçîbûnê de ne. Lewma heger îsrara di polîtîkaya tecrîdê de dewam bike û daxwazên girtiyan neyên qebûlkirin, dibe bibe sebeba encamên giran. Dewlet, divê guh li daxwazên rewa yên girtiyan bike û tecrîdê rake."

‘REFORMA HIQÛQÊ BI DAWÎKIRINA TECRÎDÊ DIBE’

Çelîk di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser nîqaşên der barê ‘reforma hiqûqê’ de û wiha got: “Reform bi guhertina zîhniyetê dibe. Lewma eger wê qala reformê bê kirin divê bi niyetek baş li ser qanûnên heyî rawestin û bi nêzîkatiyên mirovî tevbigerin. Di vir de bidawîkirina tecrîdê, bersiva ji bo serlêdanên parêzeran û pêkanîna hevdîtinê, wê bibe reformeke xwezayî ya hiqûqî. Wê bi vê yekê rê li ber siyaseta xitimî veke. Lewra mirov dikare bibêje reforma hiqûqê bi bidawîkirina tecrîdê dibe.”