Tehdeya li ser rêya Colemêrg-Wanê dewam dike

Bendên kontrolê yên bi hinceta ewlekariyê li ser rêya Wan-Colemêrgê hatine danîn, bi serma û seqema zivistanê re tehdeyeke mezin li welatiyan dikin. Rêwî neçar dimînin ku di vê serma zivistanê de bi saetan li bendên kontrolê bisekinin.

Li Bakurê Kurdistanê, Rewşa Awarte şert û mercên jiyanê li mirovan gelekî giran kiriye. Li gelek bendên kontrolê yên li ser rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê hatine danîn, rêwî neçar dimînin ku bi saetan bisekinin. Li ber her benda kontrolê, rêzeke ji wesayitan a bi kîlometreyan dirêj heye. Rêya navbera Wan-Colemêrgê ku 3 saet e, di zivistanê de dibe 10 saet. Li Bakurê Kurdistanê ku serma û seqema zivistanê lê gelekî dijwar e, ji ber pêkanînên kêfî yên li ser rêyan, jin, zarok, mirovên nexweş û extiyar neçar dimînin bi saetan di rê de bimînin. Welatî ji ber vê rêwîtiya ku veguheriye êşkenceyê, nerazî ne.

MAFÊ GER Û GEŞTÊ YA MIROVÊN LI HERÊMÊ TÊ DESTESERKIRIN

Bi van pêkanînên kêfî yên AKP'ê re li herêmê mafê mirovan ê ger û geştê hatiye desteserkirin. Dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP'ê ku bi her awayî li dijî gel tevdigere, li herêmê pîvanên hiqûqê tevizandiye. 'Mafê ger û geştê' ku di hiqûqa gerdûnî û destûra bingehîn a Tirk de heye, bi Rewşa Awarte re ji holê hatiye rakirin. Jİ ber bendên kontrolê yên dewleta Tirk ku bi navê 'tedbîrên ewlekariyê' hatine danîn, gera welatiyan a navbera bajaran bûye êşkenceyeke giran.

WELATÎ NEÇAR DIMÎNIN KU DI SERMA Û SEQEMA ZIVISTANÊ DE BI SAETAN BISEKININ

Bi ragihandina Rewşa Awarte re li gelek nuqteyên navbera Wan-Colemêrgê kalekol û qereqol hatin çêkirin. Li cihên ku qereqol û kalekol lê nînin jî bi dehan bendên ewlekarî û kontrolê yên cerdevan û leşkeran hatine danîn. Ji ber vê astengiya li ser rê, welatî neçar dimînin bi saetan di zivistana dijwar de li ser rê bimînin. Bi taybetî li ber bendên nû yên kontrolê yên li pêşiya Wanê; li ber bendên Kûrûbaş, Hoşap, Bebleşîn û Elbakê; li Yenîkopru ya navbera Wan-Colemêrg-Geverê û li ber benda kontrolê ya polîsan a li Depînê rêzên dirêj ên ji wesayitan çêdibin. Li ber van bendên kontrolê, welatî neçar dimînin ku heta nîvê şevê bimînin.

BENDÊN KONTROLÊ VEGUHERÎNE ÊŞKENCEYÊ

Bi serma û seqema zivistanê re welatî bi taybetî li benda kontrolê ya Jendermayn a Yenîkopru ya navbera Colemêrg-Gever-Wanê û benda kontrolê ya polîsan a Depînê, welatî neçar dimînin bi saetan bisekinin û ev jî dibe êşkence. Her wesayita digihêje ber van bendan, bi berfirehî tên lêkolîn, nasnameya rêwiyan ji wan tê standin û neçar tên hiştin ku demeke dirêj bisekinin. Li ber van bendên kontrolê, rêzên bi kîlometreyan dirêj ên ji wesayitan çêidibin. Ji ber lêgerîn û lêkolîn bi saetan dewam dikin, di navbera welatiyan û hêzên çekdar ên dewleta Tirk de gelek caran nîqaş û alozî derdikeve. Ji ber nîqaşan hin welatî hatine binçavkirin. Welatiyên ku neçar dimînin bi saetan li bendên kontrolê bisekinin, ji vê rewşê nerazî ne.