Têgihiştina zarokên çiyayî

Hewldanên wan ên ji bo watedarkirina jiyanê bêhempa ne. Ya rast, dixwazim vê yekê ji zarokên çiyayî re bêjim; li wateyê negerin, hûn bi xwe wate ne.

Li çiyayên ku gelek tiştan jê destpêkirin, roj hiltê. Tîna roja ku ji pişt çiyê hêdî hêdî hiltê, dilê mirovan germ dike. Zarokên çiyayî dema ku dimeşin, mîna ku li xwezayê dikenin, kulîlkan, dar û ezmanan silav dikin. Ew zarokên çiyayî ne ji vê serdemê ne ku ji înziwayê rabûne, xwe ji hemû qirêjiyê paqij kirine û berdane nava dilê xwezayê.

Çiya zarokên xwe mîna xwe mezin dike; bi exlaq û cewhera xwe ya xwezayî re. Çawa ku gir û çiya hemûyan hev hembêz kirine û silavê li hev dikin, gerîla jî bi heman rengî xwe li hev, êş, çîrok û dîroka hev digirin û ber bi azadiyê ve dimeşin. Baş pê zanin ku têkiliyeke xurt di navbera paşeroj û dema bihurî de heye. Ne welê be, di şerê azadiyê de nekarîbûn gavekê biavêjin. Dibe ku ji bo gelên bi salan li ser vê axê hatin talankirin, bindest hatin hiştin û hatin kuştin, ewqasî bi hêvî û bi hêrs dimeşin. Pê zanin ku şopdarên wan hene; naxwazin zarokên Kurd ji xewn û xeyalên xwe bêpar bimînin.

Jineke çiyayî hê cuda ye. Herî zêde gerîlayên jin bi vê zanin. Li dijî sîstemeke ku hemû nirxên civakê parçe kiriye serî hildane û li dayikê vegeriyane. Ev jin dizanin ku rêya vê yekê jî bi şer dibe. Cih û warê xwedawendan ji xwe re esas girtine. Ji bo çanda dayikê ji nû ve zindî bikin, bi salan ked dan, gelek zor û zehmetî li pey xwe hiştin û di nava şert û mercên giran ên çiyê de jiyaneke xwezayî afirandin. Çiya bi jinê, jin jî bi çiyê xemilîn. Ji ber vê yekê hê xweş li çiyê hatine. Her yek ji cih û warekî hatiye û li çiyê li hev civiyane.

Jin niha di rêya ber bi rojê ve dimeşin, çek di destan de. Bi rûkeniya xwe û hêviya timî xurt dike.

Tişta ku di zûlaya her yekî de ye, cuda ye; madî ya jî manewî. Lê belê mirovên dilê wan mezin e, mîna xewn û xeyalên xwe bi tiştên di zûlaya xwe de mezin dibin. Zûlaya gerîla... Di şûlaya wan de gelek çîrok, bîranîn, êş, hevrê û dîroka li van çiyayên mezin û asî heye...

Çend roj berê min ji gerîlay bihîst. Digot, 'Nivîsandin dizîtina ji mirinê ye'. Zarokê çiyayî, xwediyê vê gotina ku bandor li min kir, bi vî rengî qala nirxê jiyanê dikir. Di bêrîka her gerîlayê/î de defter û pênûsek heye. Hinek jê rojnivîskê dinivîsîne, hinek jî bîranînan. Hinek helbestan.

Hewldanên wan ên ji bo watedarkirina jiyanê bêhempa ne. Di her gavê de kedê didin.

Ya rast, dixwazim vê yekê ji zarokên çiyayî re bêjim; li wateyê negerin, hûn bi xwe wate ne.